Serok Mesûd Barzanî û Ehmed Şer axivîn
Hewlêr (Rûdaw) - Baregeha Barzanî ragihand ku Serok Mesûd Barzanî bi rêya telefonê bi Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer re axivî û Serok Barzanî teqezî li ser misogerkirina mafên gelê Kurd kir.
Serok Mesûd Barzanî Ehmed Şer telefonê axivîn.
Baregeha Barzanî diyar kir ku di vê hevdîtinê de behsa bipêşketinên dawî yên Sûriyeyê hate kirin.
Serokkomar Ehmed Şer li ser naveroka rêkeftina bi HSDyê re agahî dan û teqez kir ku dê mafên Kurdan û parastina wan li Sûriyeyê li ber çavan werin girtin.
Ehmed Şer her wiha anî zimên ku pirsgirêk dê li gorî rêkeftinan bên çareserkirin.
Serok Barzanî di vê hevdîtinê de teqezî li ser pêwîstiya misogerkirina mafên gelê Kurd kir.
Serok Mesûd Barzanî biryarnameya Serokkomarê Sûriyeyê ya derbarê mafên Kurdan de wekî "gaveke rast" nirxand û diyar kir ku ev biryar dikare ji bo mafên Kurdan ên li Sûriyeyê bibe bingeheke xurt û erênî.