Komeleya Neteweyan sala 1924an çawa behsa 'Rojavayê Kurdistanê' û sînorên wê dike?
Hewlêr (Rûdaw) - Belgeyekî kêmpeyda ku dîroka wî vedigire zêdetirî 100 sal berê, hûrgiliyên wê rapora siyasî û cografî eşkere dike ku Komela Neteweyan derbarê pirsgirêka sînorên navbera Tirkiyeyê û Îraqê de amade kiriye.
Ev rapora ku 30ê Îlona 1924an li ser biryara Encumena Komela Neteweyan hatiye nivîsandin, wekî yek ji çavkaniyên herî girîng ji bo fêhmkirina meseleya wîlayeta Mûsilê û nasnameya neteweyî ya herêmê tê hesibandin.
Veqetandina Kurdistanê ji Anatoliyayê
Di rûpela 30î ya vê raporê de ku li Bexdayê hatiye çapkirin, behsa nasname û navê herêmên bi pirsgirêk tê kirin.
Rapor bi awayekî eşkere rexne li Tirkiyeyê digire ku hewl dide navê "Anatoliyayê+" bi ser wan herêman de bisepîne ku ji aliyê dîrokî û cografî ve wekî Kurdistan tên naskirin.
Di beşekî raporê de wiha hatiye gotin: "Ew herêmên çiyayî yên ku di bala komîteyê de ne, her dem navê 'Kurdistan'ê hilgirtine, di dema ku herêmên nizm wekî Diyarbekir û Cizîr hatine binavkirin."
Sykes-Picot û dabeşkirina Îngilîz û Fransiyan
Rapor balê dikişîne ser rêkeftina Sykes-Picot û behs dike ka wê rêkeftinê çawa herêm dabeş kiriye. Li gorî belgeyê, di wê serdemê de Kerkûk û Silêmanî wekî parçeyek ji Îraqê hatibûn diyarkirin, di dema ku li gorî hinek nexşeyên wê demê Mûsil û Hewlêr wekî parçeyek ji Sûriyeyê (di bin desthilata Fransayê de) hatibûn hesibandin. Rapor amaje pê dike gotiye: "Ev dabeşkirin bêhtir siyasî bûn û rastiyên li qadê li ber çavan nehatibûn girtin."
Cografyaya "Navbera Du Rûbaran"
Komîteya Komela Neteweyan ji bo diyarkirina sînoran, xwe spartiye çend çavkaniyên dîrokî yên wekî "Dayeretulmearîfa Brîtanî" û nexşeya Osmaniyan a sala 1848an.
Rapor behsa herêma navbera du rûbaran yan "Mezopotamyayê" dike û gotiye: "Sînorên wê ji rojhilat ve li deştên ser rûbarê Dîcleyê dest pê dike û li bakur jî digihe wan çiya û bilindahiyên ku dikevin navbera her du rûbaran."
Redkirina îdiayên Tirkiyeyê
Yek ji xalan, wekî di deqa rengkirî ya belgeyê de xuya dibe, tekezî li ser wê yekê ye ku "Rojavayê Kurdistanê" û Sûriye ji hev cuda ne.
Rapor bi tundî bersiva wan aliyan dide ku dixwazin dîrokê xera bikin û navê "Turkomania" yan navên din ên şaş ji bo herêmê bi kar bînin.
Komîteyê piştî lêkolîna li ser hemû çavkaniyan gihîşt wê encamê ku "Ti belgeyek nîne ku piştgiriya îdiaya Tirkiyeyê bike da ku wan herêman li ser bingeha neteweyî yan dîrokî bi axa xwe ve bike."
Ev belge wekî nasnameyeke yasayî ji bo îspatkirina dîroka axa Kurdistanê dimîne ku di dema herî hestiyar de û ji aliyê desthilata herî bilind a navneteweyî ya wê serdemê (Komela Neteweyan) ve hatiye nivîsandin.