Rêveberiya Xweser hişyarî da: Metirsî li ser Kampa Holê heye

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Kar û Barên Koçber û Penaberan ê Rêveberiya Xweser Şêxmûs Ehmed ji Rûdawê re ragihand, ji ber êrişa Artêşa Ereban a Sûriyeyê, metirsî li ser kampên Hol û Rojê û girtîgehên DAIŞê yên li Rojavayê Kurdistanê çêbûye.

Şêxmûs Ehmed destnîşan kir ku ew ji her bûyerê Hevpeymaniya Navneteweyî (Koalîsyon) berpirsyar dibînin.

Hevserokê Kar û Barên Koçber û Penaberan ê Rêveberiya Xweser Şêxmûs Ehmed li ser êrişên Artêşa Ereban û metirsiyên li kampên ku DAIŞî tê de diminîn ji Rûdawê re axivî.

Şêxmûs Ehmed got, "Ji ber êrişan metirsî li ser Kampa Holê ya li Hisîçayê û Kampa Rojê ya li Dêrika Hemko çêbûye."

Rewşa ewlehiyê ya kampan

Di her du kampan de malbatên çekdarên DAIŞê dimînin û hinek gotegot belav bûbûn ku hêzên Amerîkayê parastina kampan girtiye stuyê xwe.

Şêxmûs Ehmed li ser vê yekê got:

"Guherîn çênebûye, berê jî ewlehiya navxwe ya kampan ji aliyê Asayîşa Hundirîn ve û derve jî ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hêzên Hevpeymanan ve dihat parastin û niha jî wisa ye."

Li gorî gotina Şêxmûs Ehmed, "Ew girtîgehên ku DAIŞî tê de girtî ne ji aliyê HSD û hêzên Hevpeymanan ve tên parastin."

"Ew jî wekî DAIŞê ne"

Hevserokê Kar û Barên Koçber û Penaberan ê Rêveberiya Xweser bal kişand ser gefên komên çekdar û got:

"Ji ber êrişên çekdarên Tehrîr El Şamê (beşeke sereke ne ji hikûmeta demkî ya Sûriyeyê) metirsiyeke cidî li ser kamp û girtîgehên çekdarên DAIŞê çêbûye, çimkî ewên ku êriş dikin jî her wekî DAIŞê ne."

Şêxmûs Ehmed herî dawî hişyarî da û got, "Her bûyera nexwestî li kampan rû bide Hevpeymaniya Navneteweyî berpirsyar e, çimkî heta niha bê deng e."