Serok Mesûd Barzanî li ser şerê HSD û hikûmeta Sûriyeyê daxuyanî da
Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî li ser bûyerên dawî yên li Sûriyeyê peyamek belav kir û ragihand ku ew doh bi Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê Donald Trump, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Serokê ENKSyê re civiyaye.
Serok Barzanî di peyama xwe de xwest ku şerê di navbera HSD û hikûmeta Sûriyeyê de raweste û biryara Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer ya li ser mafên Kurdan jî wekî “gaveke erênî” bi nav kir.
Serok Mesûd Barzanî di peyama xwe de wiha got:
“Derbarê bipêşketin û guherînên dawî yên li Sûriyeyê û di çarçoveya hewldanên ji bo çareserkirina pirsgirêkan de, me doh civîneke hevbeş a girîng li gel Nûnerê Taybet ê Serok Trump ê ji bo kar û barên Sûriyeyê (Tom Barrack), Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (Mezlûm Ebdî) û Serokê ENKSyê (Mihemed Îsmaîl) pêk anî.”
“Divê alî vegerin ser peymanan”
Serok Barzanî diyar kir ku ew dixwazin aramî vegere herêmê û got:
“Em hêvîdar in di demek herî zû de ew şer, alozî û girjiyên ku niha di navbera hêzên hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk de hene, werin rawestandin û hemû alî vegerin wan peymanên ku berê ji bo çareserkirina pirsgirêkan û gihîştina bi aramiyê di navbera aliyên Sûriyeyê de hatine kirin.”
Biryarên Serokkomarê Sûriyeyê
Serok Barzanî di dawiya peyama xwe de behsa mersûma Serokê Sûriyeyê kir û wiha anî zimên:
“Her wiha em derxistina mersûma Serokê Sûriyeyê ya li ser mafên Kurdan wekî gaveke erênî û arasteyeke rast dibînin û em hêvîdar in bibe zemîneyek ji bo ku bi razîbûna aliyên pêwendîdar were dewlemendkirin û bi awayekî yasayî û destûrî, garantiya mafên gelê Kurd li ser were avakirin.”