Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê: Pêvajoyeke nû nîne!
Munich (Rûdaw) – Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Fikri Işik derbarê pirsgirêka kurdî de got, ji niha şûnde ji aliyê Tirkiyê ve ti pêvajoyeke nû nîne.
Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Fikri Işik ku ji bo Konferansa Ewlekariya Cîhanî ya Munîhê li Almanyayê ye pirsên Rûdawê bersivandin.
Fikri Işik wiha got: “Li Tirkiyê piştî ku AK Partî bû desthilatdar ji bo çareserkirina prisa xwuşk û biryên me yên kurd gelek gav hatin avêtin. Beriya AK Partî gelek astengî û qedexe hebûn. Tevahiya wan hatin rakirin.”
Bi gotina Fikri Işik, ji bo ku şer û pevçûn rawestin Serokomakarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan “pêvajoya çareseriyê” daye destpêkirin, lê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li xwedî derneketiye.
Işik îdia kir ku PKKê êrişa li navçeya Pirsûsê ya Rihayê kir hêcet û li navçeya Serê Kaniyê 2 polîsên Tirkiyê kuşt û bi wî awayî pêvajoya çareseriyê bi dawî hat û got, yek merca wan heye ew jî bêgotin û bêzar gerîlayên PKKê çekan danin û xwe radestî dewletê bikin.
“PYD nûneritiya Kurdan nake”
Derbarê beşdar û beşdarnebûna PYDê bo civînên Astanayê de jî Işik wiha got: “PYD, baskê PKKê yê li Sûriyê ye û nûneritiya Kurdan nake. Peywendiyên me bi xwuşk û birayên me yên kurd re baş in. Li Tirkiyê zêdetirî hezar salan e em bi hev re dijîn. Herwiha peywendiyên me li gel xwuşk û birayên me yên bakurê Iraqê (mebesta wî Herêma Kurdistanê ye) gelek dostane ne.”
Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê derbarê barê giştpirsiya (referandûm) destûra bingehîn a Tirkiyê de ku biryar e 16ê Nîsana îsal were encam got, gelê Tirkiyê çi bibêje emê wê bikin û wiha pê de çû:
“Heger gel bêje `erê` sistema hikûmetê dê bê guhertin. Lê heger gel bibêje na em dê li ser rêya xwe berdewam bin."