KERKÛK - Kuştinên kiryar nediyar bûne diyarde

Kerkûk (Rûdaw) – Li bajarê Kerkûkê kuştinên kiryarên wan nediyar bûye diyardeyeke rojane. Bi tevê Kurdan, Tirkmen jî ji vê rewşê nerazî ne.

 

Aliyên Tirkmen ên bajarê Kerkûkê dibêjin, di nava 4 mehên derbarbûyî de 19 hemwelatiyên Tirkmen bi awayeke kiryar nediyar hatine kuştin. Herwiha didin xuyakirin, ku eger ji vê rewşê re çareseriyek neyê dîtin ewê karvedaneke tund nîşan bidin.

 

Derbarê mijarê de Endamê Polîtbûroya Partiya Tirkmenelî Elî Mûftî ji Rûdawê re ragihand, “Pêwîst e hkûmeta Iraqê û aliyên ewlekariyê jî li ser vê metirsiyê rawestin. Divê ew jî bizanin, ku eger wiha berdewam bike û Tirkmen bibin amanc, em bêdeng nabin. Gelê Tirkmen xwedî aliyên siyasî, kesayetî û alîgiran e.”

 

Li gorî amarên Komîsyona Asayîş û Berevanî ya Parlamentoya Iraqê, piştî bûyerên 16ê Cotmehê ve herî zêde Kurd bûne amanca êrîşên bi vî awayî.

 

Di vê heyamê de 40 hemwelatiyên Kurd bi awayekî kiryar nediyar hatine kuştin. Ji bo ronîkirina vê mijarê biryare parêzgarê bi wekalet ê Kerkûkê vexwînin Parlamentoya Iraqê.

 

Endamê Komîsyona Asayîş û Berevanî ya Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdullah di vê derbarê de ji Rûdawê re got: “Binpêkirinên weke girtina partiyên siyasî, kuştin û revandina hemwelatiyên sivîl, şewitandin û dagirkirina malên hemwelatiyan, hene.”

 

Ebdullah da zanîn, ku wan amarên di destê xwe de dane aliyên peywendîdar û wiha berdewam kir:

 

“Me amarên di destê xwe de pêşkeşî Neteweyên Yekbûyî (NY), serokatiya hikûmeta Iraqê û Komîsyona Asayîş û Berevanî ya Parlamentoya Iraqê kir. Di encamê de hate qebûlkirin ku parêzgarê bi wekalet ê Kerkûkê vexwînin parlamentoyê û li ser van mijaran lêpirsîn li gel bê kirin.”

 

Piştî vekişandina hêzên Pêşmerge, hêzên artêşa Iraqê, polîsê federal û Heşda Şeinî li Kerkûkê bicîh bûne.

 

Tirkmenên sunnî di wê baweriyê de ne, ku di vê guhertinê de wan jî zirar kirine. Her çend berî rexne li al û drûşmên neteweyî yên Kurdan digirtin jî lê nija ala û drûşmên mezhebî yên şîetî û polîtîkayên “bi erebkirinê” zêdetir bi metirsî dibînin.