Kemal Kerkûkî: Em dixwazin kesekî bêalî bibe Parêzgarê Kerkûkê
Hewlêr (Rûdaw) – Berpirsê Encûmena Serkirdetiya Kerkûk – Germiyanê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Kemal Kerkûkî diyar kir: “Em dixwazin Parêzgarê Kerkûkê kesekî bêalî be.”
Kemal Kerkûkî beşdarî bulteneke nûçeyan a Tora Medyayî ya Rûdawê bû û li ser sedema paşxistina civîna Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ragihand: “Civîn li ser daxwaza birayên me yên YNKê bû, lê ji aliyê pêkhateyan û beşeke endamên encûmenê ve nakokî hebû, diyar e rêjeya yasayî jî temam nebû, lewma Serokê Encûmenê yê bi wekalet Kak Rêbwar Talebanî, daxwaza paşxistina civînê kir daku bihevrebûnekê çêbibe û di demeke din de hemû bicivin.”
Li ser posta Parêzgarê Kerkûkê, Kemal Kerkûkî got: “Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ji 41 endaman pêk tê, ku ji wan 26 endam ji lîsteya Birayetî ne ku aliyên Kurdistanî ne, herwiha Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) xwedî dengên piraniya lîsteyê ye, ew kesên li nav wê encûmenê biryar didin ku kî bibe Parêzgarê Kerkûkê. Em weke Partiya Demokrat a Kurdistanê nêrîna me ew e ku Parêzgarê Kerkûkê kesekî bêalî be û hemû alî li ser wî li hev bikin, di nav wan de Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê, daku xizmeta xelkê Kerkûkê bike, ne weke partiyeke diyarkirî.”
Kemal Kerkûkî herwiha diyar kir: “Li ser Encûmena Parêzgeha Kerkûkê, em weke PDK heta niha Kerkûkê weke dagîrkirî dibînin. Em dixwazin rewşa Kerkûkê asayî bibe û PDK vegere Kerkûkê û baregehên xwe werbigre, piştre encûmen li Kerkûkê dest bi kar bike û wê demê jî parêzgarek were hilbijartin.”
Li ser helwesta PDKê ya derbarê cihê birêveçûna civîna Encûmena Parêzgeha Kerkûkê de, Berpirsê Encûmena Serkirdetiya Kerkûk – Germiyanê ya PDKê got: “Heta ku rewşa Kerkûkê neyê asayîkirin, em ne amade ne, dema rewş asayî bibe, wê demê em dê amade bibin ku endamên me yên ji Fraksiyona Birayetî yên li Encûmena Parêzgeha Kerkûkê biçin dest bi kar bikin.”