Berbijêrê hevserokatiya HDPê: Divê Mesûd Barzanî ji bo yekîtiyê bikeve dewrê

Amed (Rûdaw) – Berbijêrê hevserokatiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Musa Alkan ragihand ku divê Serok Mesûd Barzanî ji bo yekîtiya Kurdan înîsiyatîvê li xwe bigire.

Biryar e 4emîn Kongreya Asayî ya HDPê di 23yê Sibata 2020an de li Enqerê pêk were kir. Hevserokê şaxa HDPê Mêrdinê  Musa Alkan yekemîn kese ku xwe kiriye berbijêrê hevserokatiya giştî ya HDPê.

Berbijêrê hevserokatiya HDPê Musa Alkan bû mêvanî birgeya Taştê ya bernameya “Nûroja Dostan” a Rûdawê û behsa xebatên xwe yên siyasî û armancên xwe kir.

Musa Alkan diyar kir ku ew heyamake dirêj e di nav siyasetê de ye û ew tevlî Federasyona Malbatên Girtiyan bûye, di nav Encumena Şaredariya Qoserê de cih girtiye, bûye Hevserokê Şaxa HDPê yê Qoserê, hevserokatiya şaxê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Mêrdînê kiriye û paşê jî bû Hevserokê Şaxa HDPê ya Mêrdinê.

Alkan diyar kir ew ji bo armanca guhertineke demokratîk û hevterîb pêk bîne ku ew jî rê li ber pêşketinên mezin ên civakî vekin, bûye berbijêrê hevserokatiya HDPê.

Bi gotina Alkan niha di warî siyasî de xetimandin heye û divê siyaset hinek afrîner be û rê li ber siyaseteke xurt were vekirin.

Alkan destnîşan kir ku HDP ne tenê partiya Kurdan e, di heman demê de partiya hemû pêkhateyan e, lê pirsgirêka herî mezin niha pirsa Kurdî ye û divê ev yek li ber çavan were wergirtin û li gor wê yekê siyaset were meşandin.  

Derbarê hewldanên nêzîkkirina aliyên Kurdî de Alkan dibêje ku mijara hevgirtinê, niha di nav Kurdan de  mijara sereke ye û divê peştgirî ji hewldanên nêzîkkirina aliyên Kurdî were kirin û divê di wî ware de rola Ehmedê Xanî berçavan were girtin û niqaşkirin û wiha pê de çû: “Ev yek dê rê li ber hevgirtina Kurdan veke. Herkes baş dizana rola Ehmedê Xanî ya derbarê yekîtiyê de çi ye. Di heman demê de dê rê li ber çand û zimanê Kurdî veke.”

Di berdewamiya axaftina xwe de Alkan got ku divê Serok Mesûd Barzanî ji bo yekîtiya Kurdan bikeve dewrê û xebatên xurt bêne kirin û wiha domand: “Di vî warî de pêştir pêşniyarên Birêz Ocalan hebûn. Divê em yekîtiya xwe xurttir bikin û bila  xebatên yekîtiya Kurdan tenê li ser mile partiyên siyasî nemîne û bila hemû beşên civakê têkevin nav wan xebatn.”

Derbarê pirsgirêkên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de jî Alkan anî ziman ku ji damezrandina Komara Tirkiyê heta niha pirsgirêkêm Kurdan, Elewiyan û aliyên mihafazakar berdewam e.