Rêveberiya Xweser nirxê gaza Malan li Cizîrê zêde kir
Hewlêr (Rûdaw) - Encûmena Kantona Qamişlo ya girêdayî Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê, nirxê gaza malan li bajarên herêma Cizîrê bi zêde kir.
Rêveberiya Xweser bi vê biryarê li Dêrikê, Çilaxa, Girkê Legê, Tirbe Sipiyê, Til Koçer butla gazê ya malan ji 2.500 Lîreyên Sûrî bo 2.800 Lîreyên Sûrî zêde kir.
Li Qamişlo, Hesekê, Amûdê, Til Berek, Til Hemîs butla gazê ya malan ji 2.500 Lîreyên Sûrî bo 3.000 Lîreyên Sûrî hat zêdekirin.
Ev di demekê de ye ku Kargeha Gazê ya Siwêdiyê li gundewarê Dêrika Hemko rojane 660.000 M3 gaz berhev dike, wata rojane 13.000 butlên gazê dadigire.
Di çend rojên dawî de, li bajarên Rojavayê Kurdistanê gaza malan kêm peyda dibe, gaz bi rêya bonan tê belavkirin, her malbatek mehane butleke gaz jê re derdikeve, lê welatî dibêjin ku ew du mehan û carinan zêdetir jî li benda wergirtina butlekî gazê dimînin.