Li Îdirê ji bo Kurdî seferberî: 'Zimanê me dayîka me ye'
Hewlêr (Rûdaw) - Endamên Yekîtiya Dildarên Kurdî (Dil Kurd) li parêzgeha Îdirê ya Bakurê Kurdistanê ne.
Ew zêdetirî hefteyekê ye wekî dewameke fermî rojane bi xwebexşî, ji sibehê heta êvarî ji bo zimanê Kurdî li meydanan in.
Xwebexş kolan bi kolan digerin û bi belavkirina belavokan welatiyan derbarê dersên bijarte yên Kurdî de agahdar dikin.
“Zimanê me dayîka me ye”
Welatiyekî li ser mijarê got, “Ez dixwazim hemû zarokên Kurd bi zimanê Kurdî biaxivin.
Zimanê me dayîka me ye û hebûn û jiyana me ye. Eger em zimanê xwe neparêzin em namînin.
Jixwe em bindest in ji ber wê pêwîst e em zimanê xwe biparêzin.”
Dersên bijarte yên Kurdî ji 2012an ve li dibistanên fermî tên dayîn.
Xwendekarên dibistana navîn dikarin bi zaravayên Kurmancî û Kirmanckî (Zazakî) wan dersan bixwînin.
20ê Sibatê roja dawî ya hilbijartina dersên Kurdî ye lê hê jî haya beşeke zêde ya xwendekar û malbatên Kurd ji vî mafî nîne.
“Divê em vî mafî bi kar bînin”
Nivîskar Cengîz Demîr diyar kir ku fêrbûn û perwerdeya zimanê Kurdî mafek e û got:
“Eger dewletê di destûr û yasayan de mafekî wiha dabe divê em vî mafê xwe bi kar bînin.
Ez dixwazim hemû miletê me zarokên xwe teşwîqî dersên bijarte bikin. Ji ber ku ziman şeref, rûmet, hebûn û nasname ye.
Berê hinek hincet hebûn digotin qedexe li ser zimanê me heye lê niha ew hincet jî nemaye.”
Xwebexş û dildarên Kurdî dersên bijarte ji bo bidestxistina destkeftên zêdetir ên zimanî wekî pêngaveke girîng dibînin.
Lewma daxwazê ji malbatan dikin ku vî mafî kêm nebînin û beriya ku dem bi dawî bibe navê zarokên xwe ji bo dersên Kurdî tomar bikin.
“Ev mafê we ye”
Birêvebirê Yekîtiya Dildarên Kurdî yê Herêma Serhedê Aryen Serhed bangî malbatan kir û got:
“Dersên bijarte ji sala 2012an ve, wate ev 13-14 sal in hene.
Ji bo xatirê zimanê Kurdî herin û vê dersê hilbijêrin. Ev mafê we ye.
Herin van dersan hilbijêrin, da ku em daxwazên bilindtir bikin.
Herin bi hezaran kes vê dersê hilbijêrin da ku ev ders li dibistanên seretayî jî bên dayîn.”
Li gorî amaran, di heyama 2025-2026an a xwendinê de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 59 hezar û 362 xwendekaran bi zaravayên Kurmancî û Zazakî dersên bijarte yên Kurdî hilbijartibûn.
Çavê xwebexş û saziyên zimanê Kurdî li wê yekê ye ku bi van xebatên hişyarkirinê, îsal ew hejmar zêdetir bibe da ku ev yek rê li ber pêngavên din ên hikûmeta Tirkiyeyê yên derbarê ziman de veke.