Nêçîrvan Barzanî û Harris: Berjewendiyên hevbeş me bi hev ve girê didin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Karbirêkerê Balyozxaneya Amerîkayê ya Îraqê Joshua Harris tekezî li ser pêşxistina pêwendiyan kir.

Her du alî hevnêrîn bûn ku "berjewendî û nirxên hevbeş" Amerîka bi Îraq û Herêma Kurdistanê ve girê didin.

Nêçîrvan Barzanî Karbirêkerê Balyozxaneya Amerîkayê ya Îraqê Joshua Harris û şandeya pê re qebûl kir.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de pêwendiyên Amerîkayê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re, bipêşketinên dawî yên pêvajoya siyasî û rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.

Berjewendî û nirxên hevbeş

Her du alî li ser wê yekê hevnêrîn bûn ku "berjewendî û nirxên hevbeş, Amerîka bi Îraq û Herêma Kurdistanê ve girê didin."

Di vê çarçoveyê de behsa warên hevkariya di navbera her du aliyan de hat kirin.

Pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê

Di beşeke din a civînê de pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, rewşa herêmê û "girîngiya yekdengiya aliyên Kurdistanî ya li Herêma Kurdistanê û Îraqê" hatin nirxandin.