Ji Fîlîpînê heta bi Kurdistanê: Evîna Dawid û Jessiyê ya ku sînor ji holê rakirin

Hewlêr (Rûdaw) - Di navbera Kurdistan û Fîlîpînê de bi hezaran kîlometre hene lê ji bo Dawid û Jessiyê evînê hemû sînor ji holê rakirin.

Çîroka wan bi peyameke sade ya Facebookê dest pê kir û niha li bin asmanê Hewlêrê, sêyemîn Roja Evîndaran a jiyana xwe bi hev re pîroz dikin.

Dawid Salim birêvebirê hoteleke Hewlêrê ye û wî li ser evîndara xwe ya Fîlîpînî got:

"Jiyana me hemû bûye diyarî. Em her roj ji bo hev evîndar in.

Em bi hev re diçin xwaringehan, em geştan dikin ji bo Akrê, Rewandiz û Çiyayê Korekê.

Em her du jî Xiristiyan in û çanda me di gelek tiştan de nêzîkî hev e, bi taybetî di cejnan de.

Tenê xwarinên me gelekî ji hev cuda ne."

Rêzgirtin bingeha malbatê ye

Jessî Millsa ku ji Fîlîpînê ye, li ser pêwendiya wan anî ziman:

"Divê malbat jî ji hev hez bikin.

Bingeha sereke ya evînê rêzgirtina hev e.

Çimkî bêyî rêzgirtinê ti malbat bi ser nakevin."

Tenê malbata Dawid amadehiyê nake. Di vê rojê de zimanê gulan ji her gotinê geştir e.

Bazarên Herêma Kurdistanê bi rengê sor li benda evîndaran in û gulfiroş jî bi daxwazên balkêş û taybet mijûl in.

Gulfiroş Biryar Sefan diyar kir ku daxwazên mişteriyan ji hev cuda ne û da zanîn:

"Kes hene ku daxwaza desteke ji 500 an jî 600 gulan dikin.

Par me otomobîlek bi temamî bi gulan xemiland ku diyarî bû.

Em pêşbînî dikin ku îsal jî tiştên bi vî rengî hebin."

Gulfiroş Karzan Sûrçî jî bal kişand ser daxwazên mezin û got:

"Par daxwazên me yên mezin hebûn û îsal jî didomin.

Wekî mînak, mişteriyekî 25 misqal zêr anî da ku em di nav sindoqeke tije gul de wekî diyarî ji bo wî amade bikin."

'Daxwaza her kesî pîrozkirin e'

Di nav qerebalixiya bazarê de her kes li pey diyariyekê ye ku hestên xwe bi rêya wê diyar bike.

Diyarî çi gul be, çi saet be an jî hirçikekî sor be, her kes dixwaze vê rojê pîroz bike.

Mişteriyê gulan Magîr Eptal jî anî ziman:

"Ji bo Roja Evîndaran ez gulan ji evîndara xwe re dibim.

Par min hirçikekî sor da wê, wê jî îsal saetek ji min re aniye.

Tenê ez nînim, her kes li vir dixwaze bi awayekî vê rojê pîroz bike."

Di demekê de ku bi hezaran gul li bazaran li benda evîndaran in, çîrokên wekî ya Dawid û Jessiyê nîşan didin ku evîn ne tenê hestek e di heman demê de pirek e ku çandên cuda yên cîhanê bi hev ve girê dide.