Zimanzan Bahoz Baran rexne li saziyên Kurdan girt: Mesele ne tenê dewlet e
Hewlêr (Rûdaw) – Zimanzan û nivîskar Bahoz Baran ragihand ku ji bo bipêşxistina zimanê Kurdî li Bakurê Kurdistanê pêdivî bi stratejiyeke hevpar a hemû sazî û dezgehên Kurdan heye.
Bahoz Baran her wiha rexne li siyaseta zimanî ya heyî girt.
Zimanzan Bahoz Baran bû mêvanê bultena Rûdawê û bersiv da pirsên Hêvîdar Zanayê yên derbarê rewşa
zimanê Kurdî, siyaseta dewletê û helwesta saziyên Kurdan.
"Mesele dualî ye: Dewlet û Kurd"
Bahoz Baran li ser pirsa "Gelo sedema sereke ya rewşa zimanê Kurdî siyaseta dewletê ye yan xemsariya Kurdan e?" diyar kir ku mesele dualî ye û wiha got:
"Aliyek dewlet e, aliyek jî em Kurd û rêxistinên me ne. Aliyê dewletê, bi salan e Kurdî qedexe bû lê van salên dawî hêdî hêdî beşên Kurdî ne, dersên bijarte ne, hêdî hêdî rê li ber vedibe.
Lê dîsa jî divê di qanûnan de Kurdî bê bicîkirin û serbestiya Kurdî bi awayekî fermî bê qebûlkirin."
Baran bal kişand ser rola Kurdan a di vê pêvajoyê de û anî zimên:
"Helbet ji aliyê me Kurdan ve jî, dema em dinêrin, em nabe ku vê bikin asîmîlasyon, em nabe navê wê bikin têkçûna zimanî em Kurd jî di nava vê meselê de ne.
Yanî destê me jî di nava vê meselê de heye. Îcar divê em li xwe jî binêrin, em çi dikin û çawa dikin?
Ez bi giştî dema li ser sebeba vê kêmbûna fikirîm, ji hêlekê ve sedem dewlet e, dewlet divê gavan bavêje lê ji hêla din ve jî Kurd wekî rêxistinkirin e, xwendin e lê siyaseteke Kurdan a zimanî, plansaziyeke Kurdan a zimanî, bernameyeke Kurdan a zimanî mixabin xuya nake.
Gelek tişt tên kirin, her kes ji hêla xwe ve tiştekî dike lê bi giştî dema em li encamê dinêrin, tiştek naguhere."
"Divê hemû Kurd li ser xala zimanî bigihîjin hev"
Bahoz Baran destnîşan kir ku dema mesele dibe ziman, behsa hemû Kurdan tê kirin û wiha pê de çû:
"Loma jî Kurd ji kîjan partiyê dibin bila bibin, ji kîjan rêxistinê dibin bila bibin, divê li ser xala zimanî bigihîjin hev, xwe organîze bikin û ev karên ku tên kirin hemû bi plan û plansazî û proje bêne çêkirin."
"Rêxistinên Kurdan firsenda dersa bijarte bi kar neanîn"
Baran rexne li helwesta saziyên siyasî û sivîl a derbarê dersên bijarte de girt û got:
"Barê ser milê saziyên siyasî û sivîl bi giştî barê hemûyan e. Lê niha dema em dinêrin, organîzasyona ku van sazî û saziyên sivîl û siyasî di nava xwe de bigire tune ye.
Mesela dersa bijarte sala 2012an dema hat qebûlkirin, rêxistinên Kurdan xwe nedan ber vê yekê.
Halbûkî xwe bidana ber vê yekê, bigotana em dixwazin û bi milyonan xwendekar dema zimanê Kurdî bixwesta, 4-5 milyon însanan bixwesta, dewletê jî mecbur mamoste zêde dikirin, ders zêde dikirin.
Yanî ev derfet jî baş nayên bikaranîn."
"Li gorî anketan ji sedî 98 ziman tê xwestin, lê siyaset lawaz e"
Zimanzan Bahoz Baran diyar kir ku daxwaza gel heye lê kadroyên ku vê daxwazê bi rê ve bibin kêm in û wiha axivî:
"Îcar siyaseta ku li vir tê meşandin, partiyên siyasî, di serî de partiya demê û rêxistinên sivîl ên din hemû berpirsyar in.
Lê di vê gavê de tu bixwazî binêrî û bibêjî plansaziya we, bernameya we, siyaseta we ya zimanî heye yan tune ye?
Bi giştî siyaseteke lawaz heye. Daxwaza gel heye, li gorî anketên herî dawî ji sedî 98 ev ziman tê xwestin.
Problem çi ye vêca? Problem ew kesên ku daxwaza vî gelî di warê plansazî, proje û siyasetê de, kesên kadro nikarin vê tiştî pêk bînin.
Problem di meseleya zanîn û karîna vî karî de ye. Xwestek heye lê dema em li pratîkê dinêrin, erê sazî û dezgeh hene, şaredarî hene, her yek tiştekî dike lê bi giştî mirov li qada zimanî dinêre, mirov wê belawelabûnê dibîne.
Bernameyeke giştî ya hemû sazî û dezgehan tune ye."
"Divê organîzasyoneke nû bê avakirin û karbeşî bê kirin"
Baran pêşniyar kir ku divê hêzên Kurdan organîzasyoneke nû ava bikin û wiha dewam kir:
"Karê hemû sazî û dezgehan di nava Kurdî de heye. Yanî odeya bijîşkan jî mecbur e li ser Kurdî bixebite, baro jî mecbur e li ser Kurdî bixebite.
Çimkî ziman di her warê jiyanê de heye. Karên li ser zimanî gelek in û hinek kar hene farz in, yanî îro û roj divê bên kirin.
Ez Kurdan di warê zimanî de belawela dibînim. Divê hêzên Kurdan ji kîjan partiyê, ji kîjan dezgehî dibe bila be, divê li hev bicivin, organîzasyoneke nû ava bikin.
Lazim e pêkhateyên ku di vê qadê de ne hemû bicivin, bernameyekê, bernameya plansaziya zimanî ava bikin.
Di nava wê plansaziyê de kîjan sazî dê çi karî bike? Yanî karê baroyê cuda ye, karê odeya bijîşkan cuda ye, karê weqfê cuda ye, karê Kurdî-Derê yan jî medreseyan cuda ye.
Evana divê li cîhekî bicivin, plan û plansaziya xwe çêbikin û karbeşiyê bikin. Kî dikare çi karî bike, ev hemû gerek bê kirin."
Kêmasiya materyalan û teknolojiyê
Bahoz Baran di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser kêmasiyên materyalan û got:
"Em bêjin niha hinek sazî û dezgeh hene dixebitin, mesela Weqfa Mezopotamyayê ev 10 sal zêdetir e li ser standartkirina Kurmanciyê dixebite.
Hîn jî mesela di gelek waran de termînolojî kêm e. Em dixwazin zimanê xwe hînî însanan bikin lê dema tu li materyalên Kurdan dinêrî, em bêjin 20 sal e heman materyal tê bikaranîn.
Yanî divê îro bi dehan materyalên me hebûna. Îro divê ji bo hînkirinê li ser telefonê aplikasyonên me hebûna. Gelek tiştên ku divê bên kirin hene."
Baran gotinên xwe wiha bi dawî kir:
"Îro em mêze dikin hinek kes, hemû karê Kurdî dixwazin bikin lê kadro jî têra nakin.
Dema mirov li qadê dinêre, ew kadro pir berteng in.
Bi min divê mirov bigihîje hev, mirov bibe yek û organîzasyoneke nû ava bike û di wê organîzasyonê de jî plan, plansazî û siyaseta zimanî deyne û li gorî wê karê xwe bimeşîne."