Malbateke ji Kobaniyê hat revandin

Hewlêr (Rûdaw) - Malbateke Kurd a ji gundewarê Kobaniyê dema xwest derbasî Libnanê bibe hat revandin.

Malbat ji 7 kesan pêk tê û çekdar ji bo berdana wan 35 hezar dolaran dixwazin.

Ebdullah Hebeş, hevjîna wî û 5 zarokên wî xelkê gundê Uwênê yê Kobaniyê ne.

Ew malbat dema ku hewl dida biçin Libnanê, li herêma Tilkelexê ya Himsê ya Sûriyeyê ji aliyê komeke çekdar ve hat revandin.

Qaçaxçî ew radestî çekdaran kirin

Li gorî agahiyan, malbatê bi qaçaxçiyekî re li hev kiribû da ku wan derbasî Libnanê bike.

Lê belê qaçaxçî ew malbat li şûna ku derbasî Libnanê bike, radestî komeke çekdar kir.

Çekdaran piştî revandinê pêwendî bi mirovên malbatê re danî û ji bo berdana wan 35 hezar dolar fîdye xwest.

Wêne û vîdeoyên şkenceyê şandin

Xizmên malbatê diyar kir ku rewşa darayî ya wan ne baş e û ew nikarin wî pereyî bidin.

Hat ragihandin ku çekdaran wêne û vîdeoyên şkencekirina malbatê ji xizmên wan re şandine.

Malbata Ebdullah Hebeş bi tirs û fikar çaverê dike û xizmên wan hewl didin dengê xwe bigihînin rêxistinên mafên mirovan.

“Birayê min dixwest derkeve Ewropayê”

Birayê Ebdullah Hebeş ê bi navê Mihemed Hebeşê Eto jî bû mêvanê Rûdawê û li ser mijarê agahî dan.

Mihemed Hebeşê Eto da zanîn ku birayê wî, hevjîn û zarokên wî 12ê Sibatê ji Kobaniyê derketiye û heta Himsê çûye.

Mihemed Hebeşê Etoyê diyar kir ku ew di wê baweriyê de ne ku malbata birayê wî li Libnanê hatiye revandin û got:

“Birayê min dixwest derkeve Ewropayê. Birayê min li Himsê rastî qaçaxçî hat.

Çekdaran daxwaza 35 hezar dolaran li me kir.”