Mezlûm Ebdî: Bila Remezan bibe wesîleya vegera koçberên ji Efrîn û Serê Kaniyê

Hewlêr (Rûdaw) - Mezlûm Ebdî ji bo hatina meha Remezanê peyamek belav kir.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî di peyama xwe de daxwaza vegera koçberan û xurtkirina bihevrejiyanê kir.

Mezlûm Ebdî di destpêka peyama xwe de meha Remezanê li hemû cîhana Îslamê pîroz kir û hêvî kir ku ev meh bibe meha rehmet, aştî û aramiyê ji bo hemû mirovan.

Ebdî di peyama xwe de şehîd û birîndarên şer û malbatên wan bi bîr anîn û rêz li keda wan girt.

Banga ji bo bihevrejiyanê

Fermandarê HSDyê di peyama xwe de bal kişand ser pêwendiyên di navbera pêkhateyên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê de û banga “xurtkirina ruhê bihevrejiyanê kir.”

Mezlûm Ebdî xwest ku “hemû Sûriyeyî ji gotara kîn û nefretê dûr bikevin û li ser bingeha rêzgirtinê paşeroja xwe ava bikin.”

'Bila koçber vegerin malên xwe'

Yek ji xalên herî girîng ên daxuyaniya Ebdî vegera koçberan a ser mal û milkên wan bû û hêvî kir ku “ev meha pîroz bibe wesîleyeke xêrê da ku koçberên Efrîn, Serê Kaniyê û hemû herêmên din ên Sûriyeyê di demeke nêzîk de vegerin malên xwe.”

Mezlûm Ebdî peyama xwe bi daxwaza xêr û xweşiyê ya ji bo hemûyan bi dawî kir.