Berpirsê HSDyê: Me ti carî negotiye ku em li dijî Ereban in

Hewlêr (Rûdaw) - Ebdulezîz Yûnis ragihand ku wan ti carî siyaseta xwe li ser dijberiya Ereban ava nekiriye û pirsgirêka wan bi hişmendiya şovenîst a rejîmê re heye.

Berpirsê Pêwendiyên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) yê Herêma Feratê Ebdulezîz Yûnis bû mêvanê bultena Rojava ya Rûdawê û pirsên Dilbixwîn Dara yên li ser pêşhatên dawî bersivandin.

Ebdulezîz Yûnis diyar kir ku ew ne tenê li Reqayê, li hemû eniyên şer ên ji Dêrezorê heta bi Serê Kaniyê bi eşîrên Ereban re dixebitin.

Yûnis da zanîn ku wan ti carî bawer nekiriye ku dê hemû Ereb li gel wan bin û got:

"Me civakek li ser bingeha hişmendiyeke nû ava kir.

Tevgera Kurdî ti carî negotiye em li dijî Ereban in.

Pirsgirêka me bi felsefe û hişmendiya rejîma Beasê re hebû ku hewl dida miletê Kurd, çand û zimanê wî tune bike."

Yûnis destnîşan kir ku wan hewl daye hişmendiya li Sûriyeyê biguherînin û Sûriyeyeke demokratîk û nenavendî ava bikin û anî ziman:

"Eger em bibêjin hemû eşîrên Ereban li dijî me ne, em dê neheqiyê bikin çimkî gelek ji wan bi me re dixebitin."

'Mixalefet ket bin bandora Selefiyan'

Berpirsê HSDyê bal kişand ser bandora 50-60 salên desthilata Beasê û diyar kir ku vê hişmendiyê bandor li rewşenbîran jî kiriye.

Yûnis destnîşan kir ku kesên wekî Michel Kilo û hinekên din ên ku berê xwedî ramanên cuda bûn, pişt re berê xwe da fikrên Birayên Misilman û Selefîtiyê.

Yûnis da zanîn ku vê bandora neyînî di serdemên DAIŞ û Artêşa Azad de jî xwe nîşan daye.

Êrişên li Reqayê û rola komên çekdar

Ebdulezîz Yûnis li ser kuştin û revandina şervanên Kurd ên di dema vekişîna ji Reqayê de axivî.

Yûnis diyar kir ku ev êriş ji aliyê kesên xwedî hişmendiya Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) û komên wekî Ebû Emşayê ve hatine kirin.

Wî tekez kir ku yên êriş kirine ne "sivîl" bûn û wiha pê de çû:

"Ew kesên ku xwedî hişmendiya DAIŞê û şovenîst bûn, bi piştgiriya artêşa Tirkiyeyê û komên wê yên çekdar êriş kir.

Heta hinek kesên ku berê di nav rejîma Beasê de bûn jî tevlî van komên çekdar bûn û êrişî Kurdan kir."

Yekîtiya Kurdan û zimanê aştiyê

Ebdulezîz Yûnis li ser tirsa ji aliyê Erebên di nav HSDyê de jî got ku ew bi hev re civakekê ava dikin û baweriya wan bi wan kesan heye ku ji destpêkê ve bi wan re ne.

Yûnis ji bo yekîtiya Kurdan bang kir û got:

"Divê em zimanê kîn û nefretê ji nav xwe derxin.

Serok Mesûd Barzanî, Nêçîrvan Barzanî û General Mezlûm Ebdî wekî serkirdeyên Kurd her tim piştgiriya yekrêzî û biratiyê dikin."

Yûnis bi bîr xist, Nêçîrvan Barzanî berê gotibû ku "tecrubeya Kurdistanê (Başûr) nikare wekî xwe li Rojavayê Kurdistanê were ducarekirin" çimkî demografiya her du deweran ji hev cuda ye û li Rojavayê Kurdistanê gundên Kurd û Ereban di nav hev de ne.

Ebdulezîz Yûnis di dawiyê de diyar kir ku ew komên ku ji Hema, Îdlib û deverên din derbasî Reqa û Tebqayê bûne, çandeke wêranker bi xwe re anîne.