MSD: Li Sûriyeyê Rewşa aborî û jiyanê gihîştiye asteke metirsîdar

Hewlêr (Rûdaw) - MSDyê li ser rewşa aborî û jiyanê ya li Sûriyeyê ragihand, "Pirsa nanê xelkê, ewlehiya xwarinê û tenduristiyê di pêşiya karên niştimanî de ne û piştguhkirin."

Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) derbarê "têkçûna bilez a rewşa aborî û jiyanê ya li herêmên cuda yên Sûriyeyê" daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniya MSDyê de hat gotin, "Ew xwenîşandanên berfireh ên ku li herêman tên dîtin rewa ne û êş û azara rojane ya xelkê ya ji bo peydakirina pêdiviyên bingehîn ên jiyanê nîşan didin."

"Buhabûna niha di dîroka Sûriyeyê de nebûye"

MSDyê amaje bi wê yekê kir ku xerabiya rewşa mirovî û jiyanê ji Kobanî, Dêrezor û Reqqayê bigire heta taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên li Helebê, Şama paytext û parêzgehên din, "nîşaneke metirsîdar e ji bo kûrahiya krîzê ku gefê li aramiya niştimanî û civakî dixwe."

Di daxuyaniyê de her wiha hat gotin, "Ev jî di demekê de ye ku bilindbûna nirxan, daketina hêza kirînê, bêkarî û hejarî gihiştiye asteke ku di dîroka welat de mînaka wê nebûye."

MSDyê rexneyeke tund li berdewamiya siyasetên hikûmetê girt û got:

"Sekinandina tevgera aborî, sepandina dorpêçê li hinek herêman, nebûna planên hawarçûnê û çavdêrînekirina bihayan, li gel bihakirina nan, kareba û sotemeniyê, bêhêvîtiyeke mezin li cem welatiyan çêkiriye."

Banga MSDyê

MSDyê di beşeke din a daxuyaniyê de bangî hikûmeta demkî û hemû aliyên biryardêr kir ku "rasterast dest bi dariştina plana rizgarkirina aboriyê bikin ku armanca wê ya yekem parastina welatiyan û dabînkirina pêdiviyan bi bihayekî guncav be."

MSDyê tekez kir ku çareseriya rasteqîn a krîza jiyanê pêwîstî bi hevkariyeke niştimanî ya berfireh û îradeyeke siyasî ya cidî heye, "ku berjewendî û rûmeta welatiyan bixe ser hemû berjewendiyekê."

MSDyê her wiha bangî hemû hêzên niştimanî û civakî kir ku ji bo derbaskirina vê qonaxa dijwar bi hev re kar bikin û got:

"Rizgarkirina mirovê Sûriyeyî ji êş û azarên jiyanê, bingeha her rêyeke siyasî ya paşerojê ye ji bo avakirina Sûriyeyeke azad, aram û dadperwer."