Kurtulmuş: Divê rapora Komîsyonê wekî hîmê bingehîn bê qebûlkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Civîna dawî ya Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya ku di çarçoveya pêvajoya nû ya çareseriyê de li Parlamentoya Tirkiyeyê hatibû avakirin dest pê kir.

Tê payîn ku di civîna ku bi serokatiya Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş tê kirin de, deng li ser rapora amadekirî bê dayîn.

Beriya civînê Numan Kurtulmuş daxuyaniyek da û got:

"Derxistina terorê ya ji rojeva welatê me ji bo her yekî ji me berpirsyariyeke dîrokî ye.

Rapora komîsyona me di vê wateyê de ne dawî ye, berevajî divê wekî hîmê bingehîn ê gavên biryarder ên hatine avêtin û dê bên avêtin bê qebûlkirin.

Her çend amadekirina destûra nû ne erka komîsyona me be jî wekî erk û berpirsyariyeke hevpar a ku divê ji bo welatê me bê bicihanîn li pêşiya me disekine."

Deng li ser raporê tê dayîn

Komîsyonê heta niha li 137 sazî û kesan guhdarî kiriye, di civînan de 88 saetan kar kiriye û 4 hezar û 199 rûpel girtîname hatine girtin.

Di civîna 21ê ya îro ya komîsyonê de deng li ser rapora amadekirî dê were dayîn.

Komîsyon civîna xwe ya 21ê îro li Salona Merasîman a Parlamentoyê bi serokatiya Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş pêk tîne.

Di civînê de pêşkêşkirin û dengdana rapora komîsyonê dê were kirin.

Li gorî rêgez û esasên xebatê yên komîsyonê, hejmara têra civînê ji piraniya salt a hejmara giştî ya endaman pêk tê.

Dema ku biryarên têkildarî amadekirina pêşniyaryasayê bi piraniya 3 ji 5an a hejmara giştî ya endaman tê wergirtin, di mijarên din de hejmara têra biryarê wekî "piraniya salt a endamên beşdarî civînê bûne" tê bicihanîn.

Civîna dawî 24ê Kanûna Pêşîn hatibû kirin

Komîsyonê civîna xwe ya dawî ya beriya vê di 24ê Kanûna Pêşîn a 2025an de bi serokatiya Serokê Parlamentoyê Kurtulmuş pêk anîbû.

Di wê civînê de Seroka Beşa Têkiliyên Navneteweyî û Zanistên Siyasî ya Zanîngeha Uskudarê Prof. Dr. Havva Kok Arslan û Dr. Murat Sevencan daneyên analîza naveroka girteyên komîsyonê parve kiribûn.

Piştî pêşkêşiyan endamên komîsyonê xebatên komîsyonê û rapora dawî nirxandibûn.

Piştî axaftinan di dengdana ku hat kirin de, bi yekdengî biryar hatibû dayîn ku dema erkê komîsyonê ji 31ê Kanûna Pêşîn a 2025an û pê ve 2 mehên din bê dirêjkirin.

Di daxuyaniya ku piştî civînê ji aliyê Serokatiya Parlamentoyê ve hatibû dayîn de gotinên Numan Kurtulmuş hatibûn bibîrxistin û hatibû gotin:

"Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê diyar kir ku komîsyon gihiştiye qonaxa dawî ya xebatên xwe û hemû partiyên siyasî raporên xwe pêşkêşî Serokatiya Parlamentoyê kirine.

Wî tekez kir ku ji bo nêzîkkirina nêrînên cuda di amadekirina rapora dawî de zêdekirina têkiliyên di navbera partiyan de dê bi kêr be."

Pêvajoya nivîsandina raporê

Serokê Parlamentoyê Kurtulmuş di maweyê nêzîkî 2 mehan de ku di ser civîna dawî re derbas bûye, gelek caran bi nûnerên partiyên siyasî yên di Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê de civiya.

Herî dawî piştî civîna 16ê Sibatê hinek nûnerên partiyên siyasî diyar kiribû ku "di pêvajoyê de gihiştine qonaxa dawî."

Li aliyê din Kurtulmuş di bername û civînên çapemeniyê yên hevpar ên ku beşdar bûbû de peyam dabûn ku pêvajoya "Tirkiyeya Bêteror" û karên komîsyonê li gorî planê dimeşin û bi dengdanê re rapor dê temam bibe û pêvajo dê bi tevahî bi dawî bibe.