Li Kurdistanê rojiya Misilman, Êzidî û Mesîhiyan di heman rojê de ye

Hewlêr (Rûdaw) - Di diyardeyeke gerdûnî û kêmdîtî de ku ji her 33 salan carekê ducare dibe, îro li Kurdistanê di heman demê de rojiya her sê olên Îslam, Êzidî û Mesîhî ye.

Bi banga sibehê re, Misilmanan dest bi roja yekem a meha Remezanê kir.

Rojiya Remezanê dê mehekê bidome û bi Cejna Remezanê ya sê rojan bi dawî bibe.

Rojiya Xidir Îlyas

Îsal rojiya Kurdên Êzidî jî rastî heman demê hat. Îro çarşemê, roja sêyem û dawî ya "Rojiya Xidir Îlyas" e.

Êzidî duşema borî dest bi rojiya xwe kiribû û ew jî ji berbanga sibê heta rojavabûnê xwe ji xwarin û vexwarinê digirin.

Sibe Pêncşemê Cejna Xidir Îlyas e.

Rojiya Mezin a Mesîhiyan

Her wiha Mesîhî jî îro di "Rojiya Mezin" de ne ku ji 16ê Sibatê ve dest pê kiriye.

Mesîhî ji saet 12:00an şevê heta 12:00an nîvro tiştekî naxwin û venaxwin.

Lê ji 12:00an nîvro heta 12:00an şevê dikarin bixwin, bi şertekî ku xwarinên wan bê goşt û bê berhemên ajalî bin.

Ev rojî wekî amadekariyekê ye ji bo Cejna Rabûnê (Qiyamê).

Her çiqas dema rojiyê dirêj e jî rêûresmên wan taybetmendiyekê didin "Roja Yekşemê" ji ber ku wekî roja pîrozbahî û Qudasê tê hejmartin.

Rojha meha Xizirê

Li aliê din, rojiyên meha Xizirê ku ji bo Kurdên Elewî di baweriyê de xwedî cihekî girîng e, di meha Sibatê de tên girtin. Ev rojî 3 rojan didomin.

Her wiha di vê mehê de ku tê wateya li pey mana rojên dijwar ên zivistanê, loqme tên belavkirin,

Goristan û tirbe tên ziyaretkirin û duayên xêrê tên kirin.

Di rojên Xizirê de pîr û talibên xwe tên cem hev û cemê tên lidarxistin.