Serok Barzanî: Divê Îraq bibe xwediyê biryara xwe

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî û Karbirêkerê Balyozxaneya Amerîkayê ya Îraqê tekezî kir ku divê Îraq bibe xwediyê biryara xwe.

Her wiha Serok Barzanî xwest ku "dawî li wê reftar nebaş were anîn ku li ser budceyê li hemberî gelê Kurdistanê tê kirin."

Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê Karbirêkerê Balyozxaneya Amerîkayê ya li Îraqê Joshua Harris qebûl kir.

Li gorî daxuyaniya Baregeha Barzanî, Joshua Harris tekez kir ku Amerîka di çarçoveya Îraqê de piştgiriyê dide Herêma Kurdistanê.

Harris her wiha diyar kir ku welatê wî "dixwaze bi Îraq û Herêma Kurdistanê re hevparî û şirîkatiya stratejîk bike."

"Divê Îraq bibe xwediyê biryara xwe"

Berpirsê Amerîkî amaje bi wê yekê kir, ji bo ku Amerîka karibe pêwendiyên xwe yên bi Îraqê re bi pêş bixe, "Pêwîst e Îraq bibe xwediyê biryara xwe û berjewendiyên wê di ser berjewendiyên din re bin."

Serok Barzanî di hevdîtinê de tekezî li ser sê prensîbên "hevparî, hevsengî û lihevkirinê" kir û girîng dît ku di hikûmeta bê ya Îraqê de ev prensîb li ber çavan bên girtin û destûr were bicihanîn.

Serok Barzanî her wiha got "Divê dawî li wê reftara nebaş were anîn ku li ser mijara budceyê û mijarên din li hemberî gelê Kurdistanê tê kirin."

Mîna helwesta Amerîkayê, Serok Barzanî jî ducare kir, "Pêwîst e Îraq bibe xwediyê biryara xwe û pêwendiyeke wê ya hevseng bi cîranên wê re hebe."

Rewşa Sûriyeyê û pêvajoya siyasî ya Herêma Kurdistanê bû mijarên din ên civînê bûn.