Li Başûrê Kurdistanê her dîkek 10 mirîşk berdikeve

Hewlêr (Rûdaw) – Li gor statîstîkeke Wezareta Çanindiyê ya Herêma Kurdistanê li başûrê Kurdistanê her 10 dîkek 10 mirîşk berdikevin û sala borî mirîşkan 600 milyon hêk kirine.

Li gor statîstîkeke Wezareta Çandiniyê ya hikûmeta Herêma Kurdistanê, di sala borî de berhemê mirîşkên zeviyên xwedîkirina perendeyan li herêmê 600 milyon hêk bû. Ji wan hêkan jî, 335 milyon hêk ên xwarinê bûn.

Rêveberê tendrustiya sewalan di wezareta çandiniyê de Dr. Mîqdad Îbrahîm ji Rûdaw re got: "Her 10 mirîşk dîkek ber wan dikeve."

Îbrahîm diyar kir ku li Başûrê Kurdistanê xelk bêtir hêkên spî dixwin û xwesteka li ser hêkên sor kêm e.