Du endamên 'DAIŞ'ê li bajarokê Kifrî hatin girtin

 

Germiyan (Rûdaw)- Du endamên rêxistina bi navê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) li bajarokê Kifrî ye ser bi devera Germiyanê ya Başûrê Kurdistanê ve hatin girtin.


Çavkaniyekî ji asayişa Germiyan ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: “Îro, Sêşem, li bajarokê Kifrî yê ser bi îdareya Germiyan ve, du endamên DAIŞê hatin girtin ku pileya yekî ji wan Walî bû.”

Herwiha wî jêderî ku nexwest navê wî bê aşkerekirin, ragihand, berî niha biryara girtina wan li gor madeya 4 ji yasaya Iraqê hatibû derxistin û da zanîn, dê sibe jî ew du kes radestî polîsên parêzgeha Diyala bên kirin, ji ber ku fermana girtina wan ji wê derê ve hatibû derxistin.

Li gorî agahiyên wî jêderî, ev demek bû ku wan her du kesan xwe li Kifrî veşartibûn û piştî ku lîsteyek bi navê kesên daxwazkirî gihîşt asayişê, ji aliyê dezgeha nehiştina tawanan li Diyala, hêzên ewlehiyê dest bi lêkolînan kirin û di encamê de ew kes hatin girtin.