Duhok xwe ji rûbirûbûna Koronayê re amade dike
Hewlêr (Rûdaw) – Li Duhokê di çarçoveya hewlên Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên bo rêgirtin li belavbûna vîrusa Koronayê de, Odeya Operasyonên Duhokê civiya û biryar hat dan, ji 19ê Adarê ve heta 24ê Adarê hemû bazarên li vî bajarî bihêne girtin.
Odeya Operasyonên Duhokê ji bo gotûbûjkirin û nirxandina rêkarên ji bo rûbirûbûna vîrusa Koronayê li wê parêzgehê, duh Sêşemê 17ê Adarê bi serpirteştiya parêzgarê Duhokê Ferhad Etrûşî civiya.
Piştî civînê, Ferhad Etrûşî di konferanseke rojnamevanî de behsa rêkarên ji bo rûbirûbûna vîrusa COVID-19 li parêzgeha Duhokê kir û got, “di civînê de biryar hat dan ku ji 19ê Adarê ve heta 24ê Adarê tevahiya bazarên Duhokê bihêne girtin”.
Etrûşî got, biryara girtina dikan û bazarên li Duhokê, cihên firotina kelûpelên xwarinê, goştfiroşî, firin û nanpêjxane, dermanxane û cihên keresteyên tendirustiyê li xwe nagire.
Di beşeke din a axavtina xwe de, Etrûşî herwiha spasiya xelkê parêzgeha Duhokê kir, ku pabnedî rênimayî û biryarên hikûmetê bûne û got: Heta niha ti kes li Duhokê tûşî vîrusa Koronayê nebûye.
Parêzgarê Duhokê destnîşan kir, “biryarên ku li parêzgehê hatine dan, dê berdewam bin û da xuyakirin, merasimên şîn, zewac û aheng qedexe ne”.
Bi gotina Ferhad Etrûşî, cihên pêşeyên weke pençerçî, fîter û ronguherên otomobîlan dê vekirî bimînin.
Derbarê kesên li nav kampên li sînorê parêzgeha Duhokê de jî, Etrûşî diyar kir, “pêwîst e akinciyên kampan pabendî hemû biryar û rênimayiyên Odeya Operasyonan bin, neçin derveyê kampan û li nav kampan bimînin, ji ber ku armanc ji vî karî parastina tendirustiya hemwelatiyan e”.
Parêzgarê Duhokê da zanîn, di çend rojên bihê de dê komîteya pêwendîdar bi rêya bilindgoyan li nav bazarê bigerin û daxwaz ji hemwelatiyan bikin, daku hatinûçûn û serdanên xwe kêm bikin û li malên xwe bimînin, daku ji wê şewbê parastî bimînin.
Ferhad Etrûşî herwiha daxwaz kir, ku “hemwelatî bêtir hişyar bin û ji bo cîbicîkirina hemû rênimayî û biryarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Odeya Operasyonan bêtir alîkariya aliyên peywendîdar bikin , daku metirsiya vê vîrusê ji tevahiya xelkê parêzgehê dûr be”.