Rêya Wan-Colemêrgê ji ber berfê hat girtin

Hewlêr (Rûdaw) – Rêya di navbera herdu parêzgehên Bakurê Kurdistanê, Wan û Colemêrgê de ji ber berfa zêde û aşûtê hat girtin.

Li bajarên Bakurê Kurdistanê, barîna zêde ya berf û baranê bandoreke neyênî li ser jiyaana rojana ya welatiyan kiriye.

Rêya di navbera Wan û Colemêrgê de li devera Gedika Çuxê ji ber berf û aşûtê, ji hatin û çûnê re hat girtin û hinek otomobîl di rê de asê mane.

Piştî berfa zêde û aşûtê cendermeyan rê ji hatin û çûnê re girtin.

Li herêma navborî, Ji aliyekê ve timên teybet ên ji bo vekirina rê li ser karên xwe berdewam in û ji aliyê din ve barîna berfê jî berdewam e.

Herwiha saziya keşûhewayê jî ragihand ku li başûrê Wanê, Bedlîs, Mûş û Colemêrgê car carna şilopeyeke bi bandor dê bibare.