Hewlêr bi dengê teqînan hejiya

Hewlêr (Rûdaw) - Îro li Hewlêrê dengê gelek teqînan hat bihîstin.

Hat diyarkirin ku ev teqîn ji ber êrişên dronan bûn û pergalên parastina mûşekan ew dron têk şikandin.

Teqînên li asmanê Hewlêrê

Îro di navbera demjimêr 09:00 û 11:00an de li Hewlêrê gelek teqîn hatin tomarkirin.

Li gorî agahiyên nûçegihanê Rûdawê, êriş bi dronan hatin kirin û ji aliyê pergalên parastinê ve hatin xistin.

Hat zanîn ku dron li ser Cadeya 60 Metrî ya li taxa Ronakiyê, li nêzîkî Grand Majidi Mallê û li herêma Pirzînê ji aliyê pergalên parastinê ve hatine xistin.

Heta niha derbarê êrişan de ti daxuyaniya fermî nehatiye dayîn.

Amarên êrişên dawî

Li gorî amarên ku Rûdawê kom kirine, di nava 24 demjimêrên dawî de zêdetirî 10 dronan ber bi herêma Hewlêrê û zêdetirî 5 dronan jî ber bi herêma Silêmaniyê ve hatine avêtin.

Bîlanço

Li gorî lêkolînên Rûdawê, ji 28ê Sibatê ve bi giştî 352 bi dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin.

Ji van êrişan 290 li ser Hewlêr û derdora wê, 55 li ser Silêmanî û derdora wê bûn.

Her wiha di destpêka şer de 5 dronan parêzgeha Dihokê û 2 dronan jî Helebce kiribûn hedef.

Ji 28ê Sibatê ve di van êrişan de 8 kesan canê xwe ji dest da û 45 kes jî birîndar bûn.