Wezareta Pêşmergeyan: Bi dronan êrişî 2 baregehên me hat kirin
Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Pêşmergeyan ragihand ku li Hewlêr û Silêmaniyê bi dronan êrişî 2 baregehên wan hatiye kirin.
Di encama van êrişan de 3 Pêşmerge birîndar bûne.
Li gorî daxuyaniya wezaretê, beriya niha jî çendîn caran baregehên Hêzên Pêşmergeyan rûbirûyî bombebaranan bûne.
Wezaretê diyar kir ku wan, Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê û Fermandariya Operasyonên Hevbeş ji van binpêkirinan agahdar kiriy.
Bangî Bexdayê kirin
Wezareta Pêşmergeyan bi tundî ew êriş şermezar kirin.
Wezaretê bangî Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê kir û got, "Bi erka xwe ya yasayî rabe û sînorekî ji van destdirêjiyên navxweyî re deyne."
Wezaretê her wiha di daxuyaniyê de tekezî li ser wê yekê hat kirin ku divê gavên bilez werin avêtin.
Wezaret dixwaze rê li ber wan komên ji yasayê derketî bê girtin da ku wan kiryaran ducare nekin, ji ber ku ew dibin gef ji bo ser ewlehiya navçeyê.
Daxuyaniya Wezareta Pêşmergeyan
"Îro Çarşemê 18ê Adara 2026an, li her du parêzgehên Hewlêr û Silêmaniyê 2 baregehên yekeyên ser bi Wezareta Pêşmergeyan ve bûn armanca êrişên dronî.
Mixabin di encama van êrişan de 3 Pêşmergeyên qehreman birîndar bûn.
Ev destdirêjiya neberpirsyarane di demekê de ye ku beriya niha jî çendîn caran baregehên Hêzên Pêşmergeyan rûbirûyî bombebaranan bûne.
Me, Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê û Fermandariya Operasyonên Hevbeş ji van binpêkirinan agahdar kir.
Em bi tundî van kiryarên terorîstî şermezar dikin.
Em daxwazê ji Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê dikin ku bi erka xwe ya yasayî rabe û sînorekî ji van destdirêjiyên navxweyî re deyne.
Pêwîst e gavên bilez werin avêtin ji bo rêgirtina li wan komên ji yasayê derketî.
Ev yek pêwîst e da ku wan kiryaran ducare nekin ku dibin gef ji bo ser ewlehiya navçeyê."