Hikumeta Kurdistanê 'hişyariya dawî' da dezgehên ragihandinê

Hewlêr (Rûdaw) - Daîreya Medya û Zanyariyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê 5 "rênimayî û hişyariyên dawî" da hemû dezgehên ragihandinê yên navxweyî û biyanî.

Di xalekê de hat diyarkirin ku wênegirtin û belavkirina dîmenên têkşikandina dronan qedexe ye.

Her wiha nîşandana paşmayên dronan jî hat qedexekirin.

Ji bo parastina asayîşa niştimanî

Daîreya ser bi hikûmetê ve amaje bi rewşa ewlehiyê kir.

Hat diyarkirin ku ji ber wê rewşa hestiyar a ku Herêma Kurdistan û navçe pê re derbas dibin ev gav hatine avêtin.

Ji bo parastina asayîşa niştimanî û aramiya Herêma Kurdistanê ew "rênimayî û hişyariyên dawî" arasteyî hemû dezgehên ragihandinê hatine kirin.

Rênima û hişyarî wiha ne:

Yekem: Belavkirina her cure zanyarî û nihêniyeke leşkerî ku xizmetê ji neyarên Kurdistanê re bike û ziyanê bide asayîşa Herêma Kurdistanê, bi her awayî qedexe ye.

Duyem: Wênegirtin an belavkirina dîmenên têkşikandina dronan a li asman qedexe ye.

Her wiha nîşandana paşmayên wan jî qedexe ye, çimkî zanyariyên teknîkî û meydanî yên hestiyar dide dijmin.

Sêyem: Nîşandana cihên ku bûne armanc qedexe ye.

Yekser piştî rûdanan wênegirtina dezgehên serwerî û emnî jî qedexe ye.

Çarem: Em hişyariyê didin ku eger dezgeheke ragihandinê pêbendî van rênimayan nebe rûbirûyî lêpirsînê dibe.

An jî eger bi şêweyekî nepîşeyî rûmala nûçeyên şer û êrişan bike, dê yekser ji aliyê Dije Terora Kurdistanê ve rûbirûyî lêpirsîn û cezayê yasayî bibe.

Pêncem: Li hemberî serpêçkaran dê rêkarên yasayî û îdarî yên tund werin girtin.

Ev yek dikare bigihîje heta betalkirina moleta karkirinê an jî daxistina hertimî.

Ev rêkar dê li gorî daxuyaniya Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê ya 13ê Adara 2026an bên cîbicîkirin.

Banga li medyakaran

Hikûmeta Herêma Kurdistanê her wiha daxwazê ji hemû medyakaran dike ku berjewendiyên bilind li ber çavan bigirin.

Hikûmetê ji medyakaran xwest ku bi berpirsyariyeke mezin tevbigerin.