Li kampa Guwêlanê agir girte çend çadiran


Hewlêr (Rûdaw)- Li kampa Guwêlan a koçberên Rojavayê Kurdistanê li parêzgeha Duhokê, agir girte çend çadiran û di encam de 2 kes birînar bûn û 5 çadir şewitîn.

Li gor zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, îro pişî nîvro ji ber konataka elektrîkê agir girte 5 çadirên kampa Guwêlanê ya li nêzîk bajarokê Berderşê.

Di encama şewata her pênc çadiran de, jinek û zarokek birîndar bûn û 5 çadirên koçberan jî şewitîn.


Yek ji koçberên di nava kampê de ji Rûdawê re ragihand ku koçberan agir vemirandin berî ku otombîla agirvemirandinê bigihe.


Kampa Guwêlan yek ji wan kampên koçberên Rojavayê Kurdistanê û nêzîkî 3 hezar koçber tê de dijîn.