‘Li Tirkiyê rojnamegerî ber bi tariyê ve diçe’

Navenda Nûçeyan - Komeleya Rojnamegerên Hemdem a Enqerê rapora meha çile, sibat û Adarê eşkere kir. Li gor raporê 4 rojnameger hatine girtin, 4 rojnameger rûbirûyê 52 sal ceza bûne û 6 jî bi tohmeta "Neheqî li Serokomar kiriye" derbarê wan de 12 lêpirsîn hatine vekirin. Herwiha 723 karmendên çapemeniyê jî ji kar hatin avêtin.

Komeleya navbirî rapor bi civîneke çapemeniyê li şaxa Enqerê parve kir.

Di civîna çapemeniyê de Serokê Giştî yê ÇGDê Ahmet Abakay û Rêveberên ÇGDê yên Enqerê Huseyin Hayatsever û Çinar Livane Ozer amade bûn.

Komeleyê ragihand ku li gor sala 2015an mafên rojnamegeran û çapemeniyê zêdetir hatiye binpêkirin.

Di raporê de tê gotin ku li gor salên berê rewşa rojnamegeriyê zêdetir ber bi tariyê ve diçin.

Li gor raporê 4 rojnameger hatine girtin, 4 rûbirûyê 52 sal ceza bûne û 6 jî bi tohmeta "Neheqî li Serokomar kiriye" derbarê wan de 12 lêpirsîn hatine vekirin û 723 karmendên çapemeniyê jî ji kar hatin avêtin.