21 Photos
Hewlêr (Rûdaw) – 2 qurbaniyên bakurî yên teqîna Enkawa ya Hewlêrê, li Parka Samî Ebdurehman a li Hewlêrê hatin bibîranîn
Di 17yê Nîsana 2015an de teqînek li ber Kafeya Nellyê ku nêzîk konsulxaneya Amerîkayê ye, li nahiyeya Enkawa ya ser bi Hewlêrê ve pêkhatibû û di encamê de 2 welatiyên sivîl ên Bakurû Kurdistanê şehîd bibûn û 8ê din jî birîndar bibûn.
2 welatiyên ji navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê yên bi navê Bilidn Onen (34) û Sadettin Şan (29) di wê teqînê de şehîd ketibûn.
Dost û Endamên malbata Onen û şan bi helkefta yekemîn salvegera şehîdbûna wan li Parka Samî Ebdurrahman merasîmekê bi bîranînê lidarxistin.