Bav û zirbira êşkence li zarokê 10 salî kirin

Kerkûk (Rûdaw) – Li bajarê Kerkûkê zarokekî 10 salî ji aliyê bavê xwe û zirbirayê xwe ve hate êşkencekirin. Polîsên Kerkûkê derbarê vê mijarê de lêpirsîn dane destpêkirin.

 

Peyamnêrê Rûdawê li Kerkûkê ragihand; “Zarokê bi navê Elî, ku 10 salî ye, duh ji aliyê bav û zirbirayê xwe ve hatiye êşkencekirin. Şûna lêdan û êşkenceyê li ser canê vî zarokî diyar e.”

 

Piştî lêdan û êşkenceyê Elî yê 10 salî rakirine nexweşxaneyê û piştî dermankirinê ew şandine mala dapîra wî.

 

Dapîra Elî jî ji Rûdawê re got, ku jiber zarok li derve top lîstiye û dereng çûye malê, lêdane. 

 

Elî yê biçûk jî ji Rûdawê re got, ku bav û birayê wî bi xortum û sondeyan lê  daye.

 

Bav û zirbirayê Elî ji aliyê polîsan ve hatine binçavkirin û piştî tomarkirina giliyê biryare werin dadgehkirin.