Polîsê Silêmaniyê: Cihên çêkirina niviştan qedexe ne

Silêmanî (Rûdaw) – Rêveberiya Polîsê Parêzgeha Silêmaniyê li ser diyardeya çêkirina niviştan ragihand: “Diyardeya dua û çêkirina niviştan bi hemû şêweyan qedexe û neyasayî ye.”

 

Li gor daxuyaniya Rêveberiya Polîsê Parêzgeha Silêmaniyê, cihên ku nivişt têde werin çêkirin, ji ber ku karekî neyasayî ye, li gor yasayan li gel wan serederî dê were kirin.

 

Polîsê Silêmaniyê ji welatiyên bajarê Silêmaniyê re diyar dike ku "her kesekî bi navê şêxekî, yan bi navê dua û çêkirina niviştan destdirêjî lê hatibe kirin û pere jê hatibe standin û gilî tomar kiribin, me demildest desteser kirine".

 

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku polîsê Silêmaniyê ji welatiyên bajarê Silêmaniyê daxwaz dike ku "dema bûyerên bi vî rengî biqewimin, demildest gilî tomar bikin, ji ber ku em weke polîs bêyî gilî nikarin biçin ser malan ku karên bi wî rengî têde têne kirin".