Japonê 4.17 milyon Euro alîkarî da Bakurê Rojhilatê Sûriyê
Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin ku Japon 4.17 milyon EURO alîkarî dane Bakurê rojhilatê Sûriyê bo piştîvaniya bernameya aramiyê ya ser bi Sindoqa Piştrastbûnê bo ji nû avakirina Sûriyê.
Sindoqa Piştrastbûna Başbûnê li Sûriyê ragihand, Japan 4.17 milyon EURO alîkarî dane Bakurê Rojhilatê Sûriyê bo piştîvaniya bernameya aramiyê ya ser bi Sendoqa Piştrastbûnê bo ji nû avakirina Sûriyê.
Li aliyekî din, di daxuyaniya rêxistina navdewletî de hatiye, heta niha wan bi qasî 45.47 milyon EURO di çarçoveya projeya (Dagirtina valahiyê) alîkariya Bakurê Rojhilatê Sûriyê kiriye.
Sindoqa Piştrastbûna Başbûnê li Sûriyê, di sala 2013an de ji aliyê grûpa( Dostên Gelê Sûriyê) hatiye sazkirin, bi gotina rêveberê giştî yê vê sendoqê Hanî Xebaz heta niha 2.26 milyon Sûrî sûd ji vî projeyî wergirtine.