Li Amedê otomobîl wergeriya: 9 kes birîndar bûn
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sûrê ya Amedê otomobîlek wergeriya û di encamê de 9 kes birîndar bûn.
Otomobîla ku Ahmet Z. diajot li navçeya Sûrê ya Amedê wergeriya.
Di qezayê de şofêr û 8 kesên di otomobîlê de birîndar bûn.
Ji birîndaran 4 zarok in.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê qezayê.
Tînên tenduristiyê birîndar bi ambulansan veguhastin nexweşxaneyên bajêr.
Hat gotin ku rêwî ji navçeya Hênêyê bi rê ketine ku herin dewateke li navçeya Pîranê.