Mesrûr Barzanî: Em êrişên li Herêma Kurdistanê bi tundî şermezar dikin
Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê êrişên li Herêma Kurdistanê "şermezar" kir û diyar kir ku ji ber êrişên van çend rojan, 5 kes şehîd ketine û hejmareke zêde ya welatiyan jî birîndar bûne.
Mesrûr Barzanî derbarê êrişên li ser Herêma Kurdistanê peyamek belav kir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê got, "Em ne parçeyek ji wî şerî bûn lê êrişan di maweyê çend rojên borî de her dewam kir."
Mesrûr Barzanî amaje bi wê yekê jî kir ku tevî agirbestê êrişên li ser Herêma Kurdistanê didomin û "ev jî hewldanek e ji bo têkdana agirbestê û gihandina zerera zêdetir bi herêma me."
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê got, "Pêwîst e hikûmeta federal ji bo bidawîanîna van êrişan rêkarên pratîkî bigire ber xwe."
Mesrûr Barzanî di dawiya peyama xwe de got, "em daxwazê ji hevparên xwe yên navneteweyî dikin ku alavên pêwîst ji bo parastina welatiyên Kurdistanê û binesaziya enerjiyê ji van gefên domdar dabîn bikin."
Peyama Mesrûr Barzanî wisa ye:
"Em êrişên li ser Herêma Kurdistanê bi tundtirîn şêwe şermezar dikin ku her çend em ne parçeyek ji wî şerî bûn jî lê êrişan di maweyê çend rojên borî de her dewam kir.
Tevî agirbest û dan û standinan lê ji ber êrişên van çend rojan, pênc kes şehîd ketin û hejmareke zêde jî birîndar bûn.
Ev jî hewldanek e ji bo têkdana agirbestê û gihandina zerera zêdetir bi herêma me.
Em ducare dikin ku divê hikûmeta federal rêkarên pratîkî bigire ber xwe ji bo bidawîanîna van êrişan û em daxwazê ji hevparên xwe yên navneteweyî dikin ku alavên pêwîst ji bo parastina welatiyên Kurdistanê û binesaziya enerjiyê ji van gefên domdar dabîn bikin."