Cotkarên Sêrtê: Barana îsal a herî baş a 20 salên dawî bû

Hewlêr (Rûdaw) – Baxevanên fistiqan li parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê ji ber barîna baranê li benda berhemeke baş a îsal in.

Serokê Yekîtiya Hilberînerên Fistiqan a Sêrtê Şuayîp Aslan got:

"Îsal baraneke pir baş bariya. Barana herî baş a 20 salên dawî bû.

Darên fistiqan têr av bûn. Em hêvî dikin ku ji niha û pê ve jî wisa be û eger karesatên xwezayî rû nedin, dê saleke me ya baş hebe."

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 87 milyon û 100 hezar darên fistiqan hene.

Berhema par 383 hezar ton bû ku bi qasî 178 milyon û 203 hezar dolarî hat hinardekirin.

Cotkar Şaban Kaçar anî ziman:

"Gelekî şikir, îsal berhem heye. Ev meh ji bo kesaxê girîng in.

Par hişkesalî bû. Hinek darên fistiqan hişk bûn û şewitîn lê îsal hewa gelekî bi baran e.

Barîna baranê ji bo hemû daran bi sûd e."

Bakurê Kurdistanê ji aliyê fistiqan ve gelekî dewlemend e.

Riha û Dîlok ji sedî 70yê berhema fistiqan a giştî ya Tirkiyeyê pêk tînin.

Li Sêrtê jî 14 hezar cotkaran li ser rûberê 400 hezar donim zevî, xwediyê zêdetirî milyonek darên fistiqan in.