Kurê parêzgarê berê yê Dêrsimê bi tohmeta kuştina Gulistanê hat girtin
Hewlêr (Rûdaw) - Kurê Parêzgarê berê yê Dêrsimê Tuncay Sonel ê bi navê Mustafa Turkay Sonel di doza windabûna xwendekara Zanîngeha Munzurê Gulistan Dokuyê de bi tohmeta "kuştina biqestî" hat girtin.
Mustafa Turkay Sonelê kurê Parêzgarê berê yê Dêrsimê Tuncay Sonel, piştî îfadeya li dozgeriyê sewqî Dadgeriya Cezayê Sulhê hat kirin.
Sonel li wir bi tohmeta "kuştina biqestî" hat girtin û hêzên ewlehiyê ew şand girtîgehê.
Bi vî awayî hejmara girtiyên di dosyeya Gulistan Dokuyê de derket 10an.
Hat zanîn ku kar û barên Parêzgarê berê Tuncay Sonel û birêvebirê berê yê Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê Çagdaş Ozdemîr ên li navenda ewlehiyê hîn didomin.
Hejmara girtiyan derket 10an
Di çarçoveya lêpirsîna windabûna Gulistan Dokuyê de, heta niha 15 gumanbar hatibûn desteserkirin.
Polîsê berê Gokhan Ertokê ku li xwe mikur hatibû ku wî zanyariyên sîmkarta ku Tuncay Sonel dabû wî jê birine, yek ji wan kesên girtî ye.
Her wiha xebatkarê berê yê Îdareya Taybet a Dêrsimê Erdogan Elaldi, Celal Altaş, Nurşen Arikan, Ferhat Hanedan Guven, hevalê Gulistan Dokuyê Zaynal Abakarov, dayîka wî Cemîle Yucer, polîsê berê û zirbavê Zaynal Engîn Yucer û polîsê parastinê yê wê demê yê Tuncay Sonel Şukru Eroglu jî hatin girtin.
Biryara kontrola dadî
Berpirsên kamerayên ewlehiyê yên Zanîngeha Munzurê Savaş G. û Suleyman O. û gumanbar Ugurcan A. bi şertê kontrola dadî û qedexeya derketina derveyî welêt hatin berdan.
Her wiha derbarê Umut Altaşê ku wekî hevalê nêzîk ê Mustafa Turkay Sonel tê zanîn û li Amerîkayê ye de jî biryara girtinê hat dayîn.
Ji malbatê îdiayên nû û metirsîdar
Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê Parêzgarê berê Tuncay Sonel ji kar dûr xistibû.
Sonel piştî ku li Xarpêtê hat desteserkirin, veguhastin Erziromê.
Xwîşka Gulistan Dokuyê ya bi navê Aygul Dokuyê li ber Dadgeha Dêrsimê daxuyaniyek da.
Aygul Dokuyê got, “Duh bi şev birayê Umut Altaş ê bi navê Sîdar Altaş xwe gihand parêzerê me.
Wî derbarê sedema mirina Gulistanê ew îdiayên ku şahidê veşartî meha sibatê anîbûn zimên bi me re parve kirin.”
Li gorî îdiayên ku Aygul Dokuyê anîne zimên, Mustafa Turkay Sonel destdirêjiya zayendî li Gulistan Dokuyê kiriye û piştî ku ew ducanî maye, di malekê de bi çekê li serê wê xistine û ew kuştine.
Aygul Dokuyê destnîşan kir ku ew ji ber bihîstina van agahiyan gelekî hejiyane û got ku navên nû jî hatine dayîn û ew dê di pêvajoya pêş de wan navan bi raya giştî re parve bikin.