Saziyeke ragihandinê dixwaze serdana Îmraliyê bike

18-05-2013
XANGUL OZBEY
A+ A-
Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyê saziyek ragihandinê ji bo hevdîtina bi Serokê PKK'ê Abdullah Ocalan re, bi awayekî fermî serî li Wezareta Dadê da.

Piştî destpêkirina pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyê di navbera dewletê û PKK'ê de destpê kir, eleqeya ji bo Serokê PKK'ê Abdullah Ocalan jî zêde bû. Televîzyona Dîcle ku li ser peykê weşanê dike, ji bo hevdîtina bi Ocalan re, serî li Wezareta Dadê da. Bersiva serlêdanê hê jî nehatiye dayîn. Koordînatorê Weşana Giştî yê televîzyona Dîjle Hasan Sancar li ser mijarê agahî da Rûdawê.

'Bo tevkariya li pêvajoya çareseriyê'

Sancar da zanîn ku di 8'ê gulanê de serî li Wezareta Dadê dane û wiha got: "Cara yekemîn e ku weşanek bi fermî serî li Wezareta Dade daye ji bo ku birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk bîne." Sancar diyar kir ku dixwazin bi vê serlêdanê, tevkarî bidin vê pêvajoyê û armanca xwe bi van gotinan bilêv kir: "Ji bo ku em gelê kurd derbarê pêvajoya çareseriyê de ne bi peyaman, bi dîmenên Birez Abdullah Ocalan agahdar bikin û piştgiriyê bidin pêvajoya çareseriyê." Sancar anî ziman ku ger serlêdana wan neyê erêkirin, dê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bidin.

Di daxwaznameya ku televîzyonê pêşkêşî Wezareta Dadê kir de wiha tê gotin: "Em wekî Televîzyona Dîjle ku li Amedê ev 4 sal in li satalaytê weşana bi kurdî dike, dixwazin bi Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Îmraliyê re hevpeyvînek çêkin. Ji bo aloziya di serî de li Amedê, herwiha li herêmê bidawî bibe, pêvajoya aştî û aramiyê destpê kiriye. Em di wê baweriyê de ne ev hevpeyvîna me, dê tevkariyê bide vê pêvajoyê. Ji bo ev yek pêk bê, hêviya me ew e ku hûn pêwîstiya wê bicih bînin. Li gel silavan."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst