Li Başûr rêxistineke îslamî ya nû derket û gefa “cîhad”ê dixwe

18-05-2014
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Herêma Kurdistanê, rêxistinek îslamî ya nû bi navê “Rêxistina Parêzera Heybeta Îslamê” hebûna xwe ragihand. Wê rêxistinê erka xwe wek “li her derî parastina heybeta îslamê” daye nasandin. Asayişa Hewlêrê jî dibêje, ew rê nadin wan rêxistinên ku mohleta wan a fermî tine, çalakiyan bikin.

Li Herêma Kurdistanê rêxistina îslamî ya bi navê Rêxistina Parêzera Heybeta Îslamê, di belavokekê de ragihandiye, ew dê heybet û hebûna îslamê li her derê Başûrê Kurdistanê biparêzin, eger pêwîst dê ji bo vê yekê “cîhadê” jî bikar bînin.

Di daxuyaniya wê rêxistinê de bi tundî rexne li partiyên îslamî yên Başûr tê girtin û wiha tê gotin: “Partiyên îslamî wiqasî ketine derdê deng û hilbijartin û kursî û berjewendiyên xwe, nîvê wê yekê nakevin derdê parastina heybet, dîrok û kerameta îslam û musilmanan.”

Wê rêxistinê partiyên îslamî yên Başûr bi vê yekê tohmetbar kiriye ku pîvana herî bingehîn a îslamî ku “cîhad û parastina îslam û heybeta îslamê” ye jibîr kirine.

Rêveberê Asayişa Hewlêrê Tariq Nûrî, li ser vê yekê ji Rûdawê re got, her grûp û rêxistina ku tê avakirin divê mohleta xwe ya fermî ji Wezareta Navxwe bistîne ji ber ku eger mohleta fermî nestîne em nahêlin ti çalakiyekî li dar bixe.

Tariq Nûrî, li ser rêxistina nû ya îslamî jî got, emê li ser vê rêxistinê lêkolîn bikin û çi pêwîst bike emê bikin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst