Komxebata Koma Kurmancî li Zaxo birêve diçe

18-05-2017
Rûdaw
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Zaxo (Rûdaw) – Li Zanîngeha Zaxo ji 14ê Gulana 2017ê ve Civîna Kurmancî ya 60an birêve diçe.

 

Zimanasên kurd ên ku di komekî bi navê Kurmancî de hatine ba hev û 30 sal li ser peyvên kurdî dixebitin, 60emîn komxebata xwe ya vê carê xwe li navçeya Zaxo ya Duhokê birêve dibe.

 

Ji her parçeyên Kurdistanê endamên Koma Kurmancî hene û ew bi ser Enstîtuya Kurdî ya Parîsê ve ye û endamên wê ev in: Reşo Zîlan, Ziya Avci, Têmûrê Xelîl, Hemîd Kilicaslan, Mistefa Aydogan, Lezgînê Çalî, Emîn Narozî, Zinar Soran, Rênas Awdal, Salam Numan.

 

Herwiha mêvanên ku di vê komxebatê de jî alîkarîya karê koma Kurmancî dikin ev in: Eyub Sînan Kiran, Ahmedê Dirihî, Îsmaîl Taha Şahîn, Fazil Omer e.

 

Rêveberê Koma Kurmancî Reşo Zîlan diyar kir ku ew li ser peyvan bi hûrgilî gengeşeyê dikin û hewl didin peyvên bi ber windabûnê ve çûne zindî bikin.

 

Li gorî nêrîna welatiyan, peyv, rêziman û rênivîsên cuda yên Kurmancî astengiyan payda dikin.

 

Komxebata Koma Kurmancî dê roja Şemiya 21 Gulanê berdewam be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst