Çekdarên opozisyonê berhemên cotkarên Efrînê talan dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Çekdarên opozisyona Sûriyê yên ser bi Tirkiyê ve, berhemên cotkarên Efrînê talan dikin.

 

Li gorî çavkaniyên xwecihî li devera Şera, çekdarên ser bi Tirkiyê ve, dest danîne ser bi dehan hektar ji zeviyên cotkaran li devera Şera.


Li gorî heman çavkaniyan, ku çekdarên ser bi Turkiyê ve, deraseyên dexlûdanan dibin ser zeviyên cotkarên deverê, û berhemên wan zeviyan ji xwe re dibin.


Heta niha bi dehan hezar ji xelkê Efrînê koçber bûne û zeviyên dexlûdan û zeytûnên wan, di destê çekdarên opozisyona Sûriyê de ne.