Rêjeya Serfitre û Zekatê li Herêma Kurdistanê hat diyarkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Komîteya Fetwayê ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de, rêjeya Zekat û Serfitreyê destnîşan kir.

 

Komîteya Fetwayê ya Herêma Kurdistanê dibêje, serfitre ji bo her welatiyekî 3 hezar dînar e û zekat jî ji bo her milyonek dînar, 25 hezar dînar e.

 

Mezhebên Îslamî bi awayên cuda behsa zekat û serfitreyan dikin, hinek ji wan wiha dibînin, ku divê sefitre genim be, lê Îmamê Henîfe û zanayên Şafiî dibêjin, li şûna dan û dexil dikarin pereyan jî bidin.

 

Îro li Herêma Kurdistanê duyemîn roja meha Remezanê ye û welatiyên misilman weke erkeke ayînî bi rojî dibin. Di dawiya mehê û dema cejna Remezanê de, ku bi cejna Fitrê jî tê binavkirin, welatiyên misilman serfitreyê didin.