Li Bendava Ilisuyê berhemanîna enerjiyê dest pê dike
Hewlêr (Rûdaw) – Li Bakurê Kurdistanê di Santrala Hîdroelektrîk a Bendava Ilisuyê de berhemanîna enerjiyê sibê dest pê dike.
Bendava Ilisû, mezintirîn bendava li ser rûbarê Dîcle ye, ku hikûmeta Tirkiyê li sînorê parêzgeha Mêrdînê ava kiriye.
Li Bendava Ilisuyê ku bi destê Rêveberiya Giştî ya Karûbarên Ava Dewletê (DSÎ) ya Wezareta Çandinî û Daristanê ya Tirkiyê hat çêkirin, xebatên pêşîgirtina avê ber nêzîkî bidawîbûnê bûye.
Di Bendava Ilisuyê de ku ji hêla qebareya gewdeyê û dirêjiya kretê ve piştî Bendava Ataturk, bendava duyemîn a herî mezin a Bakurê Kurdistan û Tirkiyê ye, ji 6 turbînan jê yek di 19ê Gulanê de dikeve dewrê.
Bi merasima ku sibê dê were lidarxistin, turbîna yekemîn a HES û Bendava Ilisuyê dê çalak bibe û berhemanîna enerjiyê dê dest pê bike.
Hikûmeta Tirkiyê dibêje, bi karkirina bendavê salane 2.5 milyar lîre qazancê digihîne aboriya welat.
Eger her 6 turbînên din jî di demên pêş de dest bi kar bikin, wê demê Bendava Ilisû dikare 1200 MW elektrîkê berhem bîne.
Di encama avakirina bendavê û komkirina ava li piştî bendavê de, 199 gundên Kurdan li Bakurê Kurdistanê bin av bûne, herwiha bajarê dîrokî yê Heskîfê bi 12,000 sal dîroka xwe ve jî ji ber wê bendavê ketiye bin avê.
Kapasîteya herî zêde ya komkirina avê ya Bendava Ilisûyê 10,625 milyar metrekûp e û bilindahiya avê li pişt bendavê dikare bigihe 119,5 metran. Li gor datayan, piştî ku ji sala par ve dest bi depokirina avê li pişt bendavê hatiye kirin, heta niha 9 milyar metrekûp av li pişt Bendava Ilisûyê hatiye embarkirin.