Wezîra Dadê ya Holandayê gihîşt Herêma Kurdistanê
Hewlêr (Rûdaw) - Wezîra Dadê ya Holandayê ya Kurd, Dîlan Yeşilgoz bi serdaneke fermî gihîşt Herêma Kurdistanê û dê bi berpirsên Herêma Kurdistanê re bicive.
Wezîra Kurd a hikûmeta Holandayê li Firokexaneya Hewlêrê ji aliyê rayedarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve bi germî hat pêşwazîkirin û jê re maforê sor hat raxistin.
Di vê serdana xwe de Wezîra Dadê ya Holandayê, Dîlan Yeşilgoz dê li gel rayedarên pilebilind ên Herêma Kurdistanê hevdîtinan pêk bîne.
Herwiha biryar e, Dîlan Yeşilgoz serdana Kela Hewlêrê ya dîrokî bike û li wê derê gotarekê jî pêşkêş bike.
Peyamnêrê Rûdawê, Hadî Selîmî ragihand, wezîra Kurd a hikûmeta Holandayê dê li Hewlêrê kar li ser komkuijiyên di derheqê Kurdên Êzdî de jî bike.