AMED - Riza Altun û Alî Hayder Kaytan hatin bibîranîn: ‘Em sed sal in aştiyê dixwazin’
Amed (Rûdaw) - Serkirdeyên PKKyê Riza Altun û Alî Hayder Kaytan li Amedê bi bernameyek qerebalix hatin bibîranîn.
Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyigîtê di merasîmê de diyar kur ku ev sed sal e Kurd aştiyê dixwazin.
Siyasetmedar Leyla Zana, parlementerên DBP û DEM Partiyê ji gelek bajarên cuda Dayîkên Aştiyê û ji gelek bajarên cuda welatî tevlî merasîma bîranînê bûn.
Di çalakiya biranînê de peyamên aştiyê derketin pêş û ji hikûmet û dewletê hat xwestin ku ji bo çareseriyê gavan biavêje.
Li Qada Şêx Seîd a Amedê merasim hat lidarxistin
Bername bi pêşengiya DBP û DEM Partiyê hat lidarxistin. Gulcan Kaçmaz Sayyigîtê di merasîmê de got: "Di sala 1925an de Şêx Seîd li vê qadê hat qetilkirin.
Îro em dinêrin neviyên Şêx Seîd bi milyonan in û li her qadê dengê xwe bilind dikin.
Ev sed sal e li ser vê axê tenê daxwaza me yekitî azadî û aştî ye. Em dibêjin bila aştî were vê axê. Xebata me ji bo wê ye. Xebata me ji bo aştî, wekhevî û azadiyê ye."
Dayîkên aştiyê banga aştiyê anîn ziman.
Welatiyên ku ji bajarên cuda beşdarî merasîma biranînê bûn bi yek dengî banga aştiyê kir.
Dayîka Aştiyê ya bi navê Şirîn Demîrê got, "Vî şerî herî zêde dilê dayîkan êşand. Em jî ji Cizîra Botanê hatine, em dayîkên aştiyê ne.
Em zimanê xwe û nasnameya xwe dixwazin. Em dixwazin wekî hemû miletên cîhanê bibin xwedî nasname, ziman, serok û gelê xwe."
"Em nasnameya xwe dixwazin"
Dayîka Aştiyê ya bi navê Ayşe Ezerê jî got, "Bila şer, kuştin û girtin nebe. Bila cenazeyên me ji heps û zindanan bi ser me de neyên.
Heta kengî, êdî bes e. Ez dixwazim em her çar perçeyên Kurdistanê bibin yek. Heta em nebin yek, dê ji me biçin yek bi yek. Bila em destên xwe bidin hev, ma heta kengî?"
Dayîka Aştiyê Gemra Eyeyê jî wiha got: "Em bê nasname ne, em nasnameya xwe dixwazin.
Em mektebên xwe dixwazin. Girtî û hepsiyên xwe yên nexweş dixwazin bila derkevin. Bila em û însanan wekî hevdû bin.
Me êş kişandiye, me jan kişandiye, me neheqî dîtiye, me şkence dîtiye. Min 3 neviyên xwe û lawekî xwe di vê rêyê de winda kirine, ez dîsa jî dibêjim aştî, aştî, aştî."
Dayîka Aştiyê Zubeyde Baxduyê jî got, "Em dixwazin dewleta Tirkiyeyê jî gavan bavêje. Dayîkên Tirkan, yên eskeran, yên polîsan jî destên xwe bidin destên me.
Em naxwazin xwîn birije. Bila dilê dayîkan êdî neşewite. Em dayîkên aştiyê ne, em aştiyê dixwazin."
Ocalan peyama xemgîniyê şandibû
12yê Gulanê PKKyê danezana kongreya xwe ya 12emîn eşkere kiribû. Tevî biryar û encamên kongreyê PKKyê diyar kiribû ku Riza Altun û Alî Haydar Kaytan di encama êrişên Tirkiyeyê de canê xwe ji dest daye.
Li aliyê din Rêberê PKKyê Adullah Ocalan jî li ser koça dawî ya her du serkirdeyên PKKyê peyamek belav kiribû û xemgîniya xwe anîbû zimên.