Li Rihayê qeza: 7 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bîracikê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, mînîbus û otomobîlê li hev qelibîn û di encamê de 7 kes birîndar bûn.

Li gorî zanyariyan, li ser rêya Bîracik û Rihayê li nêzîk gundê Cokanê mînîbusa şofêrê wê Mehmet Yaşar A. û otomobîla şofêrê wê Veysi Y. li hev qelibîn.

Di encama qezayê de her du şofêr û 5 kesên di mînîbus û otomobîlê de birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Bîracikê.