Komeleya Vadi-Dogayê ya Wanê li Başûrê Kurdistanê geştek li dar xist
Hewlêr (Rûdaw) - Komeleya Kulûba Werzişê ya Vadi-Dogayê ya Wanê ji Tirkiye û Bakurê Kurdistanê geştyar anîne Başûrê Kurdistanê.
Komeleya Kulûba Werzîş û Geştyariyê ya Vadi-Dogayê ya Wanê ku her hefte li cihekî geştyarî yê Bakurê Kurdistanê geşteke dike vê hefteyê li Başûrê Kurdistanê ye.
Komeleya Kulûba Werzişê ya Vadi-Dogayê ku sala 2012an hat avakirin, her hefte herêmêke geştyariyê ya Bakurê Kurdistanê dide nasîn.
Her hefteyê ji gelek bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê çiyager, werzişvan û jîngeparêz beşdarî çalakiyên komeleyê dibin.
Komeleyê heta niha zêdeyî hezar geştan kirine.
Komeleya Geştyariyê ya Vadi-Dogayê, bi beşdariya 11 kesên ji Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê geştek li dar xist.
Endamên komeleyê ji Zaxoyê dest bi geşta xwe kir û piştî serdana Dihok û Laleşê gihiştin Hewlêrê.
Endamê Komeleyê dê piştî temamkirina geşta xwe careke din vegerin Bakurê Kurdistanê.