Heyeta DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya
Hewlêr (Rûdaw) – Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê cara ewil e piştî biryara xwefesikirina PKKyê serdana Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan kiribû ji Îmraliyê vegeriya.
Buroya Çapemeniyê ya DEM Partiyê îro eşkere kir kir ku endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Buldan û parêzer Faîk Ozgur Erol ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re çûn Girtîgeha Îmraliyê.
Di daxuyaniya derbarê serdana ku cara yekem e piştî biryara fesixkirin û çekdanînê ya PKKyê pêk tê de hat gotin, "Endama Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan û parêzer Ozgur Erol ji bo Birêz Abdullah Ocalan ziyaret bikin îro çûn Girtîgeha Îmraliyê.”
DEM Partî tevî ya îro, piştî banga Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî ya 22yê Çiriya Pêşîn a 2024an, cara 5emîn e Abdullah Ocalan li Girtîgeha Îmraliyê ziyaret dike.
Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê, berê di 28ê Kanûna Pêşîn a 2024an, 22yê Kanûna Paşîn a 2025an, 27ê Sibatê û 21ê Nîsanê de 4 caran çûbû Îmraliyê.
Di 2 hevdîtinên destpêkê de Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldan cih girtibûn.
Di hevdîtina sêyemîn de, li gel Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder, Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatimogullari û Tuncer Bakirhan, parêzerên Buroya Hiqûqî ya Asrinê Cengiz Çiçek û Faîk Ozgur Erol û Ahmet Turk jî cih girtibûn.
DEM Partiyê heta niha li ser hevdîtinê îro di daxuyanî nedaye.