Selahedîn Behaedîn pêşniyara Yekgirtûyê gihand Mesrûr Barzanî

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Selahedîn Behaedîn civiyan.

Di hevdîtinê de tekezî li ser girîngiya aktîvkirina Parlamentoya Kurdistanê hat kirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Selahedîn Behaedîn qebûl kir.

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di civînê de rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê, Îraq û herêmê hatiye gotûbêjkirin.

Di beşeke din a daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Mesrûr Barzanî û Selahedîn Behaedîn girîngiya aktîvkirina Parlamentoya Kurdistanê û saziyên yasayî û destûrî yên Herêma Kurdistanê piştrast kiriye.

Pêşniyara Yekgirtûyê

Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê bi serperiştiya sekreterê xwe dest bi tevgereke siyasî kiriye.

Armanca vê tevgerê ew e ku pêşniyarekê bidin Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) da ku rêçareyekê ji bo xetimîna siyasî ya li Kurdistanê bibînin.

Ev pêşniyar ji sê xalan pêk tê û di civîna mekteba siyasî ya partiyê de hatiye pesendkirin.

Li gorî agahiyên ku ketine destê Rûdawê, Yekgirtû bawer dike ku eger ev pêşniyar were bicihanîn, dê bawerî di navbera PDK û YNKyê de dîsa çêbibe.

Xala yekem a pêşniyarê daxwaza rawestandina hemû cûre êrişên medyayî yên di navbera YNK û PDKyê de li hemû astan dike.

Ev yek wekî destpêkekê ji bo afirandina zemîneke guncav tê dîtin da ku alî karibin ber bi lihevtêgihiştinê ve gavên pratîkî biavêjin.

Doh Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Selahedîn Behaedîn serdana Serokê YNKyê Bafil Talebanî kir û pêşniyara xwe dayê.

Rûdawê piştrast kir ku Bafil Talebanî doh pêşniyar wergirtiye, xwendiye û yekser biryar daye ku xala yekem bi cih bîne ku ew jî rawestandina her cure kampanyaya ragihandinê ya li dijî PDKyê bû.

Çalakkirina parlamentoyê û pêkanîna hikûmetê

Yekgirtûyê di mijara duyem a pêşniyarê de nexşerêyeke demkî diyar kiriye ku nabe ji mehekê zêdetir bikişîne.

Di vê dema kurt de divê du gavên sereke werin avêtin:

Yekem, çalakkirina Parlamentoya Kurdistanê û hilbijartina desteya serokatiyê ye.

Duyem jî destpêkirina rêkarên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye (bi beşdariya hemû wan aliyên ku dixwazin beşdar bibin.)

Çareserkirina pirsgirêka mûçeyan

Di mijara sêyem de, behsa danîna bernameyeke hevbeş tê kirin ku tê de xizmeta welatiyan di serî de be.

Ev xal meyla xwe dide ser çareserkirina ji binî ya pirsgirêka meaşan û diyarikirina siyaseteke yekgirtî ya li beramberî Bexdayê da ku hemû pirsgirêkên asêmayî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de werin çareserkirin.

Her wiha başkirina xizmetguzariyên sereke yên wekî av, elektrîk û sotemeniyê û kêmkirina barê bacê yê li ser milê xelkê, ji armancên sereke yên vê pêşniyarê ne.