Partiyên Rojhilatê Kurdistanê îdiaya Supaya Pasdaran red kir
Hewlêr (Rûdaw) - Supaya Pasdaran a Komara Îslamî ya Îranê ragihand ku partiyên Rojhilatê Kurdistanê xwestiye gelek çek û teqemeniyan bibin parêzgeha Sineyê.
Supaya Pasdaran îdia kir ku wan êrişî hêzên Kurdan kiriye û dest daniye ser gelek çekan lê berpirsên partiyên Kurd vê îdiayê red dikin.
Biryargeha Hemzeyê ya Supaya Pasdaran li ser hesabê xwe yê Telegramê daxuyaniyek belav kir.
Ev biryargeh serpereştiya çalakiyên Supaya Pasdaran ên li parêzgehên Urmiye û Sineyê yên Rojhilatê Kurdistanê dike.
Biryargehê îdia kir ku hêzên Rojhilatê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê dimînin xwestiye gelek çekan bibin Îranê.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Wan bi nûnertiya Amerîka û rejîma Siyonîst xwestiye gelek çek û teqemeniyên Amerîkayê yên nehatine bikaranîn bibin nav welêt."
‘Me dest danî ser çekan’
Biryargeha Hemzeyê destnîşan kir ku hêzên wan li parêzgeha Sineyê êrişî wan hêzan kiriye.
Her wiha hat îdiakirin ku "Hejmareke zêde ya çek û teqemeniyan hatiye dîtin û dest danîn ser wan."
Lê belê hêzên Rojhilatê Kurdistanê vê daxuyaniya Supaya Pasdaran ji binî ve red dikin.
PDKÎ: Bi qasî pêwîst çekên me hene
Endamê Navenda Birêveberiyê ya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) Heme Nezîf Qadirî îro li ser mijarê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî.
Heme Nezîf Qadirî got, "Ev ne cara yekem e ku îdiayên bi vî rengî tên belavkirin. Em niha jî wekî berê vê yekê red dikin."
Qadirî diyar kir ku wan ne niha û ne jî berê ji ti aliyî çek wernagirtine û pê de çû:
"Bi qasî pêwîst ji bo parastina xwe hêz û çekên me hene. Em wan hemû gotegotên ku qaşo dest danîne ser çekên me red dikin."
Komeleya Şoreşgêr: Tiştekî wisa tune ye
Di heman demê de Endamê Komîteya Navendî ya Komeleya Şoreşgêr a Kurdistanê Aram Muderisî jî îro ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî.
Aram Muderisî got, "Tiştê ku Îran behs dike ku partiyên Kurdistanî xwestiye çekan bibin û wan dest daniye serê, em ji binî ve red dikin."
Muderisî destnîşan kir ku ew wê îdiaya qaşo Amerîkayê çek ji partiyên Kurd re şandine jî red dikin û got:
"Tiştê ku heye û eşkere ye ew e ku em û partiyên din ên Kurdistanî li navxweyî Rojhilatê Kurdistanê xwedî rêxistina xwe ne.
Em wê gotina ku me çek wergirtine an hewla birina çekan daye, red dikin."
Komeleya Zehmetkêşan: Dixwazin rastiyê veşêrin
Li aliyê din, Endamê Serkirdayetiya Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê Emced Husên Penahî jî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî.
Emced Husên Penahî daxuyand, "Em vê gotegotê red dikin û ti bingeha wê nîne."
Penahî li ser armanca van daxuyaniyan jî got, "Tiştê ku Supaya Pasdaran dibêje ne rast e.
Ew dixwazin bi van propagandayên xwe wê rastiyê veşêrin ku wan Rojhilatê Kurdistanê kiriye leşkergeh."